Baydemîr wêneyê Soylû şîrove kir: Edeba siyasî bi AKP'ê re nemaye

Berdevkê HDP'ê yê Osman Baydemîr, der barê wêneyê êrîşkarê cenazeyê Hatûn Tûglûk, Mûrat  Alp ê li qereqolê li tenişta Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kişandiye diyar kir ku di siyaseta AKP'ê de sinc û edeb nemaye. 

Berdevkê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Osman Baydemîr, nerazîbûn nîşanî wêneyê êrîşkarê Hatûn Tûglûk  Mûrat Alp ê li tenişta Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kişandiye da û wiha got: "Erîşa li dijî cenaze cih ji gotinê re nahêle. Êdî li vir gotin diqede. Ger ku goristanên me ne hevpar bin li vî welatî wê çiyê me hevpar bin? Kîjan kêliya jiyanê wê hevpar be. Ger ku cenazeyan tehamul nakin, li vî welatî dê çîyê me tehamul bikin. Ev kêliya pir girîng e. Kêliya şikandinê ye. Ez bang li hemû Kurdên ku dengê xwe dane AKP’ê dikim. Dengdayîna xwe ya AKP'ê lêpirsîn bikin. Ger ku hûn xwe nexin nava lêpirsînê hûn jî şirîkê vî sûcî ne. Hûn jî rojekê wekî Dayika Hatûn biçin ber rahma xwedê."

WÊNE ÎSPAT Û BELGEYA HER TIŞTÎ YE

Baydemîr anî ziman ku wêneyê ku êrîşkar bi Soylû re kişandiye îspat û belgeya hemû rastiyan e û wiha got: “Dema bloka îktidara faşist zilm li gele we kir, êrîşî gorên we kirin û hiqaret li nirxên we kirin û hûn bê deng bin, wê bipirsin 'Çima hûn bêdeng man'. Niha ne dema bêdengiyê ye. Dem dema ji zilm û zordariyê re bêjin na ye. Wêneyê ku êrîşkar û Soylû bi hevre kişandiye her tiştî îspat dike. Li qereqolê bi hevre wêne kişandine. Êrîşkarek jî nehat binçavkirin. Yek ji êrîşkaran bi wezîr re wêne kişandiye. Ev wêne tenê her tiştî vedibêje. 

Daxuyaniya rayedarên hikûmetê û walîtiyê der barê êrîşê de dan, hevkariya sûc e. Em jî siyasetmedar in. Gelek kes li kolanan wêne bi mere jî dikişîne. Em nizanin kî kî ye. Lê ger ku bi hevre li qereqolê wêne kişandibin ev cuda ye. Li peş dayika Hatûn gorek vala ma. Ger ku dê li vî welatî faşîzmê û nijadperestiyê di wir de veneşêrin wateya tu tiştî tune ye. Gotina Hikûmetê û walî tu tiştî nade guhertin. Ya bûye hedefa êrîşan gelê Kurd, gelê tirk û elewî ne. Mirovahî bi xwe bûye hedefa êrîşan. 

‘DI SIYASETA AKP’Ê DE  EDEP TINE YE’

Baydemîr piştî êrîş û  pêşketinên hatin jiyîn bangên ji bo îstîfayê hatin kirin wiha nirxand: “Divê hemû kesên wê rojê çend saetan çavên xwe ji bûyerê re girtin îstîfa bikin. Di vê wateyê de di siyaseta AKP’ê de edep tuneye. Tiştekê ku tune be em naxwazin. Bi xetayê xwe re rû bi rû mayîn û telefî kirina wê dilpakiye. Ev yek ji bo siyasetvanekê jê nevegere, lê profîlekê wiha siyasî di AKP’ê de tuneye. Hemû bangên ji bo îstîfa kirinê di cih de dibînim û mafdarin. Kê berpirsiyarê vê yekê di vê ji peywirê bê girtin. Ger ji peywirê neyê girtin, dê ev pêvajo bidome.”  

'GEL DIKARE JI PEYWIRÊ BIGIR E’

Baydemîr desnîşan kir ku ji bo êrîşkar û berpirs bên darizandin, ew ê şopdarê bûyerê bin û wiha bi dawî kir: “Kê dibe bila bibe, ji bo bên darizandin û teşhîr kirin, em ê şopdarê mekanîzmayên hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî bin. Berî her tiştî ez meseleya wijdan û rûmetê ye. Ev têkoşîna mirovîbûnê ye. Kurd, Elewî û kesên dibêjin ez mirovim, divê piştgiriya xwe bi bloka nijadperest a faşîzma AKP-MHP’ê  qût bike. Nexwe tabloya li goristana Enqerê hat jiyîn, dê pêşeroja welatê me dorpêç bike. Hişyariya herî mezin ev gel datîne holê. Kes îstîfa nake, lê ger gel destê xwe ji wan bigre dê ji peywirê bikevin. Ez bang li gel û mirovahiyê dikim ku ji faşîzm û nijatperestiyê re bêjin êdî bes e. Em mirovin û ji bo mirov bimînin di vê têbikoşin.”