Rakirina qedexeya li ser PKK'ê soza Partiya Çep a hilbijartinê ye

NAV-DEM'ê pirsa "Eger hûn bibin desthilatdar, ji bo Kurdên li Elmanyayê dijîn hûn ê çi bikin?" li Partiya Çep a Elman kir. Partiya Çep jî bi rengekî nivîskî bersiv da û got, "Em ê qedexeya li ser PKK'ê rakin."

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), beriya hilbijartinên giştî yên 24'ê Îlonê yên li Elmanyayê nameyek ji hemû partiyan re şand û ev pirs li wan kir: "Eger hûn bibin desthilatdar, ji bo Kurdên li Elmanyayê dijîn hûn ê çi bikin?"

Di nameyê de ji 16 pirsên li ser mafên civakî, siyasî û çandî yên zêdeyî mîlyonek Kurdên li Elmanyayê dijîn, hatin kirin. Bersiva destpêkê ya ji bo nameyê, ji Partiya Çep (Dîe Lînke) hat, ku li Meclîsa Federal partiya mûxalefeta bingehîn e.

'DIVÊ OCALAN AZAD BE'

Ji bo pirsa "Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî hûn ê çi bikin?" Dîe Lînke bal kişand ser rola Ocalan a ji bo aştiyê û ev bersiv da:

"Pêvajoya aştiyê ya hate têkbirin, careke din rola Ocalan a ji bo çareseriya doza Kurd û pêvajoya aştiyê raxist pêş çavan. Ji bo Ocalan azad bibe, qet nebe tecrîd were rakirin û li hepsa malê bê bicihkirin, partiya me ji hikumeta federal dixwaze ku bikeve nava hewldanan."

'RAKIRINA QEDEXEYA LI SER PKK'Ê JI BO ÇARESERIYÊ GIRÎNG E'

Rakirina qedexeya li ser PKK'ê, ku ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye û derxisitna navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê, yek ji pirsên NAV-DEM'ê bû ku li Partiya Çep kir. Partiya Çep ragihand, ku qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê, li pêşiya çareseriya doza Kurd a li Tirkiyeyê asteng e û ev bersiv da:

"Bi qedexeyê re, aktorekî girîng ê weke PKK'ê li derveyî qanûnan hate dîtin. Rakirina qedexeyê wê were wateya zexteke girantir a li ser hikumeta Tirk, ji bo çareseriyê. Her wiha, ji ber qedexeya li ser PKK'ê azadiya ramanê û mafên bingehîn ên demokratîk ên deh hezaran Kurdên li Elmanyayê tê astengkirin. Partiya Çep ku beriya niha ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê serî li meclîsa federal da, wê hewldanên xwe yên di vî warî de ji niha û pê ve jî bidomîne."

Partiya Çep bi bîr xist, ku ew dixwazin qanûna 129b rakin, ku ji ber vê qanûnê gelek siyasetmedar û aktîvîstên Kurd ên li Elmanyayê tên darizandin û cezakirin. Partiya Çep her wiha xwest, fermannameya Wezareta Karên Hundir a meha Adarê derhal bê betalkirin ku tevî alên YPG, YPJ û PYD gelek al qedexe kir.

'BILA KURD WEKE KOMEK KOÇBER BÊ NASKIRIN'

Partiya Çep ragihand, ew alîgir in ku Kurdên li Elmanyayê dijÎn weke koçberên din xwedî mafên wekhev bin û têkildarî pirsa NAV-DEM'ê ya li ser mijarê bi kurtasî ev bersiv da:

"Kurd, piştî Tirkan koma herî mezin a koçberên li Elmanyayê ne. Lê belê ew weke Kurd nayên dîtin, lê weke koçberên ji Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê hatine yan jî welatiyên Elman tên dîtin. Partiya Çep, ji bo pêşî li vê bigire, dixwaze Kurd bi awayekî fermî weke komeke koçber bê naskirin."

Partiya Çep ku dixwaze Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi rengekî fermî were qebûlkirin, di bersiva xwe ya ji bo NAV-DEM'ê de destnîşan kir, ku lazim e pêkanînên girantir li ser rejîma Erdogan werin ferzkirin. Partiya Çep xwest, hemû siyasetmedarên mûxalîf, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê hatine girtin tavilê bên berdan û diyar kir, ku divê ambargoya çekan deynin ser desthilatdariya Erdogan.

RÊJEYA DENGÊ PARTIYA ÇEP LI DORA 10 JI SEDÎ YE

Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, 26'ê Mijdara 1993'an bi rêya biryarekê, xebatên PKK'ê yên li Elmanyayê qedexe kiribû. Di bultena qedexekirina PKK'ê ya ji 53 rûpelî de, ku ji aliyê hikumeta Kohl ve hate eşkerekirin, hatibû ragihandin ku ji ber berjewendiyên derve PKK hatiye qedexekirin.

Partiya Çep ku di hilbijartinên 2013'an de 8,6 ji sedî yê dengan stend û bû partiya sêyemîn, piştî ku Partiyên Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU-CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) koalîsyon çêkirin, bû partiya mûxalefeta bingehîn.

Li gorî gelek anketên beriya hilbijartinên 24'ê Îlonê hatin kirin, rêjeya dengên Partiya Çep li dora 10 ji sedî xuya dike.