Tûrhalli: Misilmantiya me û ya senteza Tirk-Îslamê ne yek e

Tûrhalli diyar kir, ku êrîşa li cenazeyê Hatûn Tûglûk hate kirin organîzasyoneke dewletê ye û got, "Divê Misilman hemû bi lez û bez xwe ji vê faşîzma Tirk-Îslam a gemarî vegire. Ev hovîtî nîşaneya têkçûnê ye."

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdisatnê Hafiz Ahmet Tûrhalli, êrîşa nîjadperestî ya li cenazeyê dayika Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk hate kirin, ji ANF'ê re nirxand.

Tûrhalli got, "Ev êrîş, organîzasyoneke dewletê ye. Ne dûrî Erdogan e. Pêwîste ev organîzasyon were kifşkirin û her kes li dijî faşîzma Tirk-Îslamê derkevin."

Tûrhalli anî ziman, li Enqereyê hovîtiyeke ku di dîroka mirovahiyê û Îslamê de nehatiye dîtin, rû daye û got, "Komeke ji aliyê senteza Tirk-Îslamê ve hatiye afirandin, nehişt ku cenaze bê veşartin. Şaş e ku ev êrîş ji AKP û senteya Tirk-Îslamê cuda bê nirxandin. Ev yek, pêkanîna faşîzmê ye ku bi navê Îslamê hatiye kirin. Mirovên zindî li aliyekî, êdî nema dikarin xwe li miriyan jî rabigirin."

'OLA KU EW JÊ BAWER DIKIN, OLEKE WEHŞÎ YE'

Tûrhalli destnîşan kir, ku bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê ew vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û wiha dewam kir: "Cihê şerm û fediyê ye ku ev yek bi navê Îslamê hatiey kirin. Em pê diêşin ku olekî bi vî rengî yê pîroz ji bo tiştên bi vî rengî tê bikaranîn. Carna mirov ji ber ku Misilman e, nizane wAê çi bêje. Lê vê yekê bi zelalî bêjim; em ji heman dînî bawer nakin. Dînê ew jê bawer dikin, dînekî wehşî ye. Ew dîn ji bo armancên xwe bi kar tînin û ji dînekî ku maf nade ti zindiyî bawer dikin. Pêwîste Misilman hemû ji vê hovîtiyê dersê derxînin û li dijî senteza Tirk-Îslamê têbikoşin. Em têdikoşin, yên herî zêde divê li hemberî vê têbikoşin, Misilmanin."

'BAVÊ DAIŞ'Ê AKP YE'

Tûrhalli nerazîbûn nîşanî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û wezîrê wî Suleyman Soylû da û got, "Yên ku ev yek organîze kirine, ew in. Her kes bi vê zane, em jî pê zanin. Erdogan ne dûrî van e, bi hev re bûn û ev yek organîzasyoneke dewletê ye. Êdî derketiye holê ku gavê DAIŞ'ê bi rastî jî ev in. DAIŞ jî bi goran dilîze, mirovan dikuje, êrîşî cenazeyan dike. Ev jî heman tiştî dikin."

'EV HOVÎTÎ NÎŞANEYA TÊKÇÛNÊ YE'

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Ahmet Tûrhalli herî dawî got, "Ya balkêş ew e ku ev êrîş li Enqereyê, li paytexta senteza Tirk-Îslamê hatiye kirin. Êrîşên bi vî rengî li Kurdistanê timî tê kirin, lê balê nakişînin. Ev yek hewldanên wan ên dawî ne. Wê têk biçin. Yanî ev hovîtî nîşaneya têkçûna wan e. Divê Misilman hemû xwe ji faşîzma Tirk-Îslamê ya gemarî vegirin."