Ozgur: Dewlet ji ber tiştên ku li Sûrê kiriye wê mehkûm bibe

Endamê Platforma Hevgirtina bi Sûrê re Denîz Ozgur diyar kir ku dewlet ji ber polîtîkaya xwe ya li Sûrê wê li pêşberî dîrok û saziyên navneteweyî mehkûm bibe.

Endamê Parastina Bajar a Stenbolê û Platforma Hevgirtina bi Sûrê Denîz Ozgur diyar kir ku wê dewlet ji ber van pêkanîna xwe were mehkûmkirin. Ozgur got ku, “Qetlîam û hilweşandina li wê derê, wê bêyî berdêl nemîne.”

‘BI ŞER RE PROJEYA HILWEŞANDINÊ LEZANDIN’

Ozgur rewşa dawîn a Sûrê ragihand û got, “Li Alîpaşa gelek mal hatine hilweşandin, niha jî berê xwe dane Taxa Lalebeyê. Hilweşandina li Alîpaşa û Lalebeyê xwestin di sala 2013’an de bidin destpêkirin lê ji ber berxwedana gel projeya xwe bi paş ve kişandibûn. Lê piştî  destpêkirina şer a di Tîrmeha 2015’an de bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de biryara îstîmlaqê dan.”

‘ÇO NÎŞAN DIDIN Û PEYMANÊ FERZ DIKIN’

Ozgur got ku, “Li Alîpaşayê xaniyan tevî alavên di hundir de hildiweşînin û dema xaniyan hildiweşînin jî xebatkarên TOKI’yê li taxê maseyê datîne û peymanê li ser mirovan ferz dike. Bi fiyetên kêm dixwazin mirovan li xaniyên TOKI’yê bi cih bikin.”

‘DEMOGRAFIYÊ DIGUHERÎNIN’

Ozgur di dawiya axaftina xwe de got ku, “Piraniya kesên li Sûrê dengê xwe dane HDP’ê, ji ber vê jî dixwazin mirov ji wê derê bar bikin. Ji xeynî wê jî kuçeyên wir teng in, dewlet nikare TOMA û panzêrên xwe têxe wê derê û nikare desthilatdariyê li ser wê derê bike.”

‘ÛNESCO BÛ ŞIRÎKÊ SÛC!’

Ozgur di vê meseleya Sûrê de helwesta saziyên navneteweyî jî rexne kir û got “ÛNESCO çavê xwe ji vê hilweşandina li Sûrê digire. Di heman demê de têkiliyên me bi raportorê Tehliyekirina bi darê zorê yê Neteweyên Yekbûyî jî heye, heta niha têkiliyên me baş dimeşe.”

Ozgur herî dawîn diyar kir ku wê dewlet li hemberî dîrok û saziyên neteweyî were mehkûmkirin û got “Wê qetlîam û hilweşandina li wê derê, bêyî berdêl nemîne.”