Bîlgen: Ne dadgehê, lê kesên din biryara girtina min dan

Bîlgen, ku tê girtin û berdan, nerazîbûn nîşanî biryarê da û diyar kir ku ne dadgehê, lê mecrayên din der barê wî de biryara girtinê dane. 

Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen ku berê 2 caran hat girtin û berdan, dadgehê li ser îtîraza dozger cara 3’emîn der barê wî de biryara girtinê da. Bîlgen, ku tê girtin û berdan, neazîbûn nîşanî biryarê da û diyar kir ku ne dadgehê, lê mecrayên din der barê wî de biryara girtinê dane. 

Parlamenterê Qersê yê HDP'yî Ayhan Bîlgen, ji ber siyaseta kiriye heta niha 2 caran hat girtin û berdan. Piştî 10 roj berê hat berdan dîsa li ser îtîraza dozger dadgehê der barê wî de cara 3'emîn biryar agirtinê da. Bîlgen biryara der barê xwe de nirxand. 

DADGEHÊ BIRYAR NEDAYE 

Bîlge anî ziman ku roja Înê wî li gel parêzerê xwe li dadgehê hevdîtin kir û wiha got: "Dadgehê diyar kiribû ku heyeta dadgehê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê kom nebûne û roja Înê ragihandibû ku wê biryar di destpêka hefteyê de bê dayin. Di vê rewşê de eşkere xuya dibe ku dadgehê biryar nedaye. Kesên din biryar dane. 

BI ÎDÎAYÊN DOSYAYÊN SELAM TEVHİT TÊ DARIZANDIN

Tu aliyê vê darizandinê yê hiqûqî tine ye. Di salên navbera 2011-15'an de dozgerên ji doza FETO hatin girtin bi navê sexte der barê min de îfade dan. Bi idîaya ez endamê rêxistina tevhit selam im der barê min de îfade dan. Pêşkêşî dozger û dadgehên Amedê kirin. Piştre biryake wisa derxistine."  

Bîlgen anî ziman ku Tirkiye ji aliyê  hiqûqî nikare rake û wiha got: "Hemû pêvajo keyfî pêş dikeve. Hemû pîvanên hiqûqê hatiye binpêkirin. Wezareda dadê ji me dixwaze ku em bi darazê bawer bibin. Lê rewş li holê ye. Divê pivanên hiqûqê bên meşandin." 

Divê biryara hatiye dayin ji Ayhan Bîlgen re bê ragihadin. Piştî ku hat ragihandin wê Bîlgen dîsa bişînin girtîgehê.