Baydemîr: Biryara girtina Ayhan cînayeta hiqûqî ye

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, ji nû ve biryara girtina parlamenterê HDP'ê Ayhan Bîlgen rexne kir û anî ziman ku ev cînayeta hiqûqî ye. Baydemîr, anî ziman ku dozgerên ev îdîaname amade kirine ji doza cemaeta Gulen hatin girtin.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr, ji nûve biryara girtina Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen rexne kir û wiha got: "Hefteya borî dadgehê di derbarê wekilê me yê Qersê Ayhan Bîlgen de biryar berdanê da. Lê li ser îtiraza dozger dadgehê ji nûve biryara girtinê da. Biryara girtina Bîlgen cînayet hiqûqê ye. Berî her tişî li ser vê erdnîgariyê hiqûq hatiye qetilkirin. Di 8'ê Îlonê de 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran biryar da ku Bîlgen serbest bê berdan û biryara ku Bîlgen serbest bê darizandin da. Lê mixabin mekanîzmaya ku daraz xistiye kontrola xwe mudaxaleyî darazê kir û biryara dadgehê pûç kir. Biryara ku CMK bide muesseya îtîrazê tune ye. 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran jî tev li sûcê dozger bûye. Dozyaya ji dozgeriya Komarê ya Enqereyê anîye û xwestiye delîlan çêke. Êrîşkar û bersûcê komkujiya mîtînga 5'ê Hezîranê ya li Amedê Bûrdah Gok hat berdan. Ji bo berdana vî kesî îtîraz hat kirin. Lê ev îtîraz dîsa hat redkirin. Lê 6'emîn Dadgeha cezayên Giran îtîraza dozger erê kir û dîsa biryara girtina Ayhan da. Ev biryara dadgehê cînayetê hihûqê ye.

Em li vir dibînin ku daraz di derbarê HDP'ê de biryar nade. Yên ku biryara di derbarê HDP'ê de dide Navenda Giştî ya AKP'ê ye.

Dozgerên ku delîl amade kirine ji sala 2011'an heta 2014'an qeydên telefonan kom kirine. Ev delîl yên ji doza Selam Tehvid kom kirine li ser Ayhan Bîlgen bar kirine. Ev dozgerên delîl kom kirine îro ji doza Cemaeta Fethullah Gulen girtî ne. Em dibêjin êdî kêr gihiştiye hestî. Em li pişt hemû hevalên xwe ne. Ez bi zilmê nagêje armancê. Em dibêjin hûn jî wê di vê bêhiqûqiyê de bixeniqin. Îro parêzerên me dîsa biryara girtinê îtîraz kirin."