Girtiyên siyasî yên li Tîpa F a Tekîrdagê bang kirin

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê bal kişandin ser êşkenceya li wan tê kirin û bang li raya giştî kirin.

Li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, zextên li ser girtiyan dewam dikin. Zext û zordariya li vê girtîgehê, ku berê jî gelek caran kete rojevê, hê nebaş bûye.

Girtiyên siyasî bi rêya xizmên xwe agahî dan û xwestin, heyeteke serbixwe li girtîgehê kontrolê bike.

Girtiyan gotin, li girtîgehê êşkence tê kirin, girtiyên diyalîz û sara nayên dermankirin, kêzikan dixin nava xwarinê, bi kûçikan dikevin nava qewîşan, dema dibin dadgehê li hucreyan bi cih dikin û zexta 'hûn ê serî li ber dewletê bitewînin' li wan tê kirin, nameyên wan nayên teslîmkirin û kincên tên şandin bi gotina 'Em ê kincê ji yek tîpî bidin we, hûn ê wan li xwe bidin' nayên dayin.

Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê bi salane bi êşkence û kiryarên xerab di rojevê de ye. Li vê girtîgehê, ku gelek saziyên mafên mirovan bi taybetî balê dikişînin ser, berê êşkence li girtiyekî siyasî yê ketibû greva birçîbûnê hatibû kirin.