Li Meksîkayê xwepêşandanên li dijî qirkirina jinan

Li Meksîkayê bi hezaran jin li dijî cinayet û qirkirina li ser jinan daketin qadan. Li dorî daneyan her roj 5 jin tên kuştin. Şîddet li ser ji sedî 60’ê jinan tê kirin.

Li Meksîkayê bi hezaran kes ji bo protestokirina cinayet û qirkirina li ser jinan daketin qadan. Xwendekara jin a bi navê Mara Fernanda Castîlla ya ku li bajarê Pûeblayê winda bûbû, piştî çend hefteyan cenazeyê wê hatibû dîtin. Piştî dîtina cenaze ev çalakî hate organîzekirin.

Di çalakiyan de ya ku roja Yekşemê li bajarên cihê yên Meksîkayê hate lidarxistin, bi hezaran jinan piştgirî dan çalakiyê.

‘LI WELAT HER ROJ 5 JIN TÊ QETILKIRIN’

Jinan di meşê de sloganên “Beden a min e, biryar a min e”, “Ez dixwazim li kar û malê azad bim” berz kirin.

Li gorî lêkolîna Îstatîstîkan ya Neteweyî û Enstîtuya Erdnîgariyê ya Meksîkayê, li Meksîkayê her roj 5 jin tên qetilkirin. Li gorî lêkolînan ji sedî 60’ê jinan li ser wan şîddet heye.