Encamnameya Komxebata Rojhilat hate weşandin

Li Stockholmê ev du roj in bi mebesta amadekariya Konferansa Yekîtiya Neteweyî, Komxebata Rojhilat dihat lidarxistin. Komxebatê encamnameya xwe bi daxuyaniyekê weşand.

Di roja duyemîn a komxebatê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li ser pêşketinên Rojhilatê Kurdistanê sekinîn û rewşa Kurdan û gelên din ên li Rojhilat nîqaş kirin.

Delegeyan diyar kirin ku kêşeyên li Rojhilat girêdayî kêşeyên parçeyên din e û divê bi perspektîfeke yekgirtî li ser meseleyan were sekinandin.

Delegeyan bal kişandin ser mînaka Rojava û diyar kirin ku gelên cihê bi hev re dijîn û ev tişt ji parçeyên din ên Kurdistanê re dibin mînak.

Serokê kevn ê PJAK’ê Haci Emedî diyar kir ku divê hemû partiyên siyasî û rêxistin bi hev re tevbigerin û divê Kongreya Yekîtiyê were lidarxistin. Emedî destnîşan kir ku divê rewşenbîr, hunermend û akademîsyenên li Kurdistanê jî beşdarî xebatên Yekîtiya Neteweyî bibin.

Piştî bidawîbûna komxebatê beşdaran fikrên xwe ji ANF’ê re par ve kirin.

Ferhad Şabanî (Partiya Komunîst a Îranê-Komala):  Me xebateke baş kir. Nîqaşên partî û ronakbîrên ji Rojhilat gelekî baş bû. Ev gava pêşîn a yekîtiyê ye. Me hedef û rêgezên xwe diyar kirin, di demên pêş de em ê diyar bikin.

Hîwa Gulmohamadî (Rojnamevan): Komxebat demokratîk bû û hemû beşdar tevlî nîqaşan bûn. Ya herî girîng jî me pêwistiya ku divê rêxistinên li Rojhilat werin ba hev, diyar kir.

Saîmand Moûînî (Serokê PJAK’ê): Beşdarî gelekî baş bû. Armanca me ev bû ku em rewşa Rojhilatê Kurdistanê û kêşeyan binirxînin.

Em li ser navê PJAK’ê beşdar bûn. Me hewl da em peywira xwe bi cih bînin. Me avakirina mekanîzmaya hevpar nîqaş kir. Bi kêmanî di navbera rêxistinan de pêvajoyeke diyalogê dest pê kir. Me hewl da em hevdu fêm bikin. Me encamnameyeke ku ji 22 xalan pêk tê pesend kir. Ji bo pratîzekirina vê çi dikeve ser milê me, em ê pêk bînin.

Zubeyîr Aydar (Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê): Beşdariyeke zêde hebû. Em li bendê ku 150 partî û rêxistin beşdar bibin. Beşdarî li ser texmînên me bû. Ji xeynî 3 rêxistin û partiyan hemû partî beşdar bûn. Di komxebatê de tu kêşe derneketin. Her kes ji komxebatê kêfxweş bû.

Me komîteyek ava kir. Wê biryarên me pratîze bike. Rojhilat di warê rêxistinî û yekîtiyê ne wekî parçeyên din e. Li vê derê kêşe zêdetir e. Ji ber vê jî ev gav ji bo Rojhilat gelekî baş bû.

Komxebata yekemîn li Silêmaniyê hatibû kirin, ev jî li ser Rojhilat bû. Di 1-2 Cotmehê de li Rojava û di 13-14’ê Cotmehê de jî wê li Hollandayê komxebat werin lidarxistin. Piştre jî em ê komxebata mezin pêk bînin û li wê derê kongreya neteweyî nîqaş bikin.

Me dixwest PDK beşdar bibe lê ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re beşdar nebû. Lê ev bû çend roj Tirkiye PDK’ê tehdîd dike. Hêvîdar im PDK vê rewşê bibîne û fêm bike ku dostaniya Kurdistaniyan ji ya dagirkeran bi qîmettir e. Em dixwazin PDK jî tê de, hemû partî û rêxistin beşdarî van komxebatan bibin.”