Hevserokê HDP'ê yê navçeyê jî kirine endamê AKP'ê!

Saît Pîlsîn ku ji bo bibe Hevserokê HDP'ê yê navçeya Akdenîzê serlêdana endametiyê li partiyê kir, pê hesiya ku 'endamê AKP'ê' ye û got, bêyî ku haya wî jê hebe li Cizîrê ew weke endamê AKP'ê hatiye qeydkirin.

Welatiyê bi navê Saît Pîlsîn, ku ji bo bibe Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Akdenîz a Mersînê, pê hesiya ku bêyî haya wî jê hebe li navçeya Cizîr a Şirnexê ew weke endamê AKP'ê hatiye qeydkirin.

Pîlsîn, diyar kir ku di sala 2011'an de ji bo endamtiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), serî li rêxistina BDP'ê ya Cizîrê dabû, lê nizane ku endamtiya wî hatibû erêkirin ya na. Pîlsîn diyar kir ku 2 meh berê di hilbijartina HDP'ê ya Navçeya Akdenîz a Mersînê de wekî Hevserokê Rêxistina HDP'a Akdenîzê hat bijartin û wiha got: "Piştî ez hatim bijartin diviya bû ez bibim endamê HDP'ê. Dema min ji bo endamtiyê serlêdan kir, Navenda Giştî ya HDP'ê ji min re got; 'Tu endamê partiyekê ye, nabe tu bibe endamê partiya duyemîn'. Dema ez ketim E- dewlet rûpela Dadgeha Bilind, min dît ku ez di sala 2012'an de li navçeya Cizîr a Şirnexê wekî endamê AKP'ê yê çalak hatime qeydkirin. Bêyî vîna min ez kirime endamê AKP'ê." 

'EZ Ê HETA DAWÎ MAFÊ XWE BIPARÊZIM'

Pîlsîn anî ziman ku wê heta dawî mafê xwe bipareze û dest ji vê mijarê bernade. Pîlsîn diyar kir, ku gilî kiriye û got: "Li ser vê yekê min tevî parêzerê xwe daxwazname da dozgeriyê. Encama wê çi dibe biba bile ez pêşiya vê dozê bernadim. Heta dawî ez ê bişopînim. Ez ê hesabê vê yekê bipirsim. Gelek mînakê wekî vê yekê hene."