Fatûreya krîza bi Erdogan re li Kurdan hate birîn

Hikumeta Merkel, piştî 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku di nava zext û zordariyê de pêk hat, serî li ber gefên Tirkiyeyê tewand. Wezareta Karên Hundir ragihand, ku çarçoveya qedexeya li ser PKK'ê dikare bê berfirehkirin.

25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, roja Şemiyê bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re û demokrasî ji Rojhilata Navîn re" li bajarê Koln ê Elmanyayê pêk hatibû. Polîsên Elman qedexe kirin ku li qada festîvalê standên xwarin-vexwarinê û pirtûkan bên danîn. Li gel vê yekê, desthilatdariya Erdogan piştî festîvalê hewl da zextê li hikumeta Merkel bike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, piştî festîvalê bang li Sefîrê Bilind ê Elmanyayê yê li Enqereyê Martîn Erdmann kiribû. Hikumeta Merkel serê xwe li ber zext û gefên Tirkiyeyê tewand û 'peyamên germ' da Enqereyê.

Daxuyaniyên li pey hev ji aliyê Elmanyayê ve tên dayin, nîşan didin ku di mijara têkoşîna azadiyê ya Kurd de Enqere û Berlîn bi heman rengî difikirin.

WEZARETA KARÊN HUNDIR: QEDEXE WÊ BÊHTIR ŞÊNBER BIBE

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê Johannes Dîmroth li Berlînê di civîneke çapemeniyê de axivî û anî ziman, ku ji bo berfirehkirina qedexeya li ser PKK'ê wan dest bi lêkolînan kirine.

Berdevk bal kişand ser fermannameya 2'ê Adara 2017'an, ku alên YPG, YPJ û PYD jî di navê de gelek sembol hatin qedexekirin û anî ziman, ku divê were zelalkirin bê fermanname têrker e yan na.

Polîsê Kolnê, piştî festîvalê bi daxuyaniyekê gotibû, "Hemû posterên Ocalan qedexe nîne". Berdevkê Wezareta Karên Hundir Dîmroth der barê vê daxuyaniyê de got, "Eşkere ye ku ya qewimî li feraseta me ya qedexeyê nayê."

WEZARETA KARÊN DERVE: EM TÊKOŞÎNA LI DIJÎ PKK'Ê CIDÎ DIBÎNIN

Berdevkê Wezareta Karên Derve Martîn Schaefer jî diyar kir, ku hikumeta Elman têkoşîna li dijî PKK'ê gelekî cidî dibîne. Berdevk da xuyakirin, ku di vî warî de pêwîstiya wan bi hişyarî û dersên ji Tirkiyeyê nîne û got, "Ji xwe em têdikoşin." Bi vî rengî nîşan da ku di mijara tevgera azadiyê ya Kurd de bi Enqereyê re xwedî heman nêrînê ne.

Di vê navberê de ji partiya Serokwezîr Merkel CDU, peyamên germ ji Enqereyê re tên dayin. Wekîlê ji CDU Thomas Bareîss bi rêya hesabê xwe yê twîtterê ev peyam da: "Ez rexneyên Tirkiyeyê yên di mijra PKK'ê de li Elmanyayê dike, fêhm dikim. PKK qedexe ye û ji ber vê yekê nabe ku em vê rêxistinê ji nedîtî ve bên."