'Doza Yuksekdag jî hatiye girtin'

Rûniştina duyemîn a doza li dijî Fîgen Yuksekdag, ku ji 8 fezlekeyên cuda daxwaza 83 salan a cezayê girtîgehê lê tê kirin, pêk hat.

Rûniştina duyemîn a doza li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ku ji 8 fezlekeyên cuda daxwaza 83 salan a cezayê girtîgehê lê tê kirin, li Kampusa Girtîgeha Girtî ya Sîncanê dest pê kir. Rûniştina destpêkê roja 4'ê Tîrmehê li Edliyeya Enqereyê pêk hatibû. Rûniştina duyemîn jî, bi îdîaya ku salon teng e, birin Sîncanê lê li Sîncanê jî saloneke ku tenê 20 kes dikare bikeve hundir hate amadekirin.

Li beşa ji 20 kesan a temaşekeran, polîs hatin bicihkirin. Rûniştina dozê ji alyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, parlamenter Ayşe Acar Başaran, Mizgîn Irgat, Muslum Dogan, Besîme Konca û Alîkarên Hevserokên Giştî Beycan Taşkiran, Fatma Kûrtûlan û Sarûhan Olûş, Yûrdûsev Ozsokmenler ve hate şopandin.

Parêzerên ku di rûniştina dozê de parastin kirin, gotin ku wê li ser sûcdariyên di gilînameyê de tên kirin parastinê nekin. Parêzerên Yuksekdag diyar kirin, ku karîneya bêgunehiyê hatiye binpêkirin û destnîşan kirin, pêkanîna rûniştina dozê li girtîgehê ne hiqûqî ye.

Gulseren Yolerî bi navê parêzeran axivî û anî ziman, mafê darizandina adîl hatiye binpêkirin û got, "Di rûniştina bihurî de çi bû ku ev rûniştin hatiye tecrîdkirin? Tiştekî ku sîstema rûniştinê xera bike, nebû. Di doza Yuksekdag de pîvana eşkereyî bi israr tê binpêkirin. Di rûniştina bihurî de rê hatin girtin, wesayit hatin sekinandin. Di vê rûniştinê de jî em xistin girtîgehê. Yuksekdag îro ne li vir e. Ji ber ku bawer nake ku di nava van şert û mercan de darizandinek bê kirin."

Yolerî destnîşan kir, ku doza Yuksekdag nabe ku ji tevgera demokratîk a gelan bê tecrîdkirin.

Yolerî diyar kir, ku doza Yuksekdag jî hatiye girtin û xwest, rûniştina dozê li şûna ku li girtîgehê bê kirin, ji bo li edliyeyê were kirin, rojek bê diyarkirin.

Yolerî da zanîn, xala 83'an a Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin û wiha dewam kir: "Bi awayekî adîl û vekirî nayê kirin. Nebûna Fîgen Yuksekdag li salona dadgehê, binpêkirina darizandina adîl e."

Piştî parastina parêzeran, navbera nîvro ji rûniştinê re hate dayin.