Êşkenceya lêgerîna tazî li malbata çû serdanê hate kirin

Malbata Bêrîvan Çelîk a li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tê girtin, piştî ku ji hevdîtina keça xwe derket bû hedefa êrîşa gardiyayan û êşkenceya lêgerîna tazî li malbatê hate kirin.

Di roja çaran a cejna Qurbanê de malbata Bêrîvan Çelîk a li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tê girtin, çû serdana keça xwe. Lê belê piştî hevdîtinê, gardiyanan êrîşî malbatê kir û bi rengekî tazîkirî ew sax kirin. Xwişka Çelîk Denîz Çelîk qala vê hovîtiya li wan hate kirin kir û anî ziman, ku dema ew ketin hundir gelek gardiyan hebûn û beriya niha qet hejmareke ewqas zêde ya gardiyanan nedîtibûn.

Denîz Çelîk diyar kir, ku wê beriya niha gelek caran name ji xwişka xwe re şandiye, lê belê ti jê negihîştiye wê û anî ziman, li girtîgehê mafên mirovan gelekî zêde tên binpêkirin. Çelîk ragihand, ku li gorî gotinên xwişka wê, jineke ku apandîsta wê teqiya dernexistiye revîrê û got, "Xwişka min jî gelekî xweş ketiye. Bi qasî 3-4 rojan ji nava nivînan nekarî rabe. Qet nebirine nexweşxaneyê. Her wiha lixwekirina kincê ji yek tîpî li ser girtiyan tê ferzkirin."

Çelîk da zanîn, ku piştî hevdîtinê gardiyanan êrîşî wê, dayik, bav û du xwişkên wê kirine û got, "Ewilî em ji hev veqetandin. Piştre bi lez û bez em birin cihekî. Me fêhm nekir bê çi diqewime. Paşê heqaret li me kirin û gotin, 'we li hundir çi kir?' Bavê min li hemberî wan derket. Di vê demê de bi zorê em tazî kirin û li ser me geriyan. Xwişkên min ên 14-17 salî ji diya min veqetandin û birin cihekî din. Gelek gardiyanên jin û mêr ew tazî kirin û sax kirin. Vê yekê gelekî bandor li wan kiriye. Êdî naxwazin bên biçin girtîgehê. Piştre bi qasî ku em ji parêzer hîn bûn, lêpirsîn der barê bavê min de vekirine. Ji wê rojê ve me nekarî hevdîtinê bikin. Ji ber Rewşa Awarte kiryarê kêfî û êşkence zêde bûn."

'LINGÊ KEÇA MIN ENFEKSIYON GIRTIYE'

Dayika Bêrîvan Çelîk Delal Çelîk ku mîna keçên wê û malbata wê ew jî bû hedefa êşkenca lêgerîna tazî, anî ziman ku kengî ew diçin serdana keça xwe mafên wan tê binpêkirin û got, "Gardiyan timî heqaretê dikin. Herî dawî dema em çûn, min dît ku keça min ji lingê xwe nexweş ketiye, sê rojan mudaxele nekirine û ji ber vê yekê jî enfeksiyon girtiye. Bi derfetên xwe mudaxele kirine. Piştî ku em ji hevdîtinê derketin, gardiyanên mêr bi milê min girtin û bi tenê birin odeyekê. Li wê derê ez tazî kirin û lêgerîn kirin. Piştre min kincê xwe li xwe kir, sê caran bi tazî ez sax kirin. Piştre bi milê min girtin û derxistin derve. Dema ku min nerazîbûn nîşan da gotin, 'bêguman em ê bikin'. Keçên min jî birine odeyeke din û êşkenceya psîkolojîk û tazî li wan kirine. Ji wê rojê e psîkolojiya zarokên min xera bûye. Keçên min ji tirsa 'gelo wê tiştekî bi me bikin' naxwazin biçin girtîgehê."

'YA KU TÊ KIRIN FAŞÎZMA HÎTLER E'

Delal Çelîk anî ziman, ku li gorî gotinên keça wê li girtîgehê mafên mirovan bi dijwarî tên binpêkirin û got, "Got ku gardiyan nîvê şevê diavêjin ser qewîşên wan û lêgerînê dikin. Her wiha zextê dikin ku kincê ji yek tîpî li xwe bikin."

Çelîk ev rewş şiband 'faşîzma Hîtler' û got, "Hem li girtîgehê, hem jî li derve heqaret û êrîşan li me dikin. Li wê derê bi her awayî êşkenceyê li zarokên me dikin. Di dema hevdîtinê de dema em bi Kurdî diaxivin, bi her awayî heqaretê li me dikin. Em ê heta dawiyê li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin."