Heyeteke nû diçe Bexdayê
Li Başûrê Kurdistanê heyeteke nû wê sibê biçe Bexdayê û meseleya referandûmê nîqaş bikin.
Li Başûrê Kurdistanê heyeteke nû wê sibê biçe Bexdayê û meseleya referandûmê nîqaş bikin.
Tê diyarkirin ku li Başûrê Kurdistanê wê heyetek sibê biçe Bexdayê û referandûma ku tê payîn ku di 25’ê Îlonê de were lidarxistin, bi hev re nîqaş bikin.
Hefteyên borî heyeteke ji Başûrê Kurdistanê çûbû Bexdayê û hin hevdîtin pêk anîbûn. Lê di 13’ê Îlonê de Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî xwestibû ku bila heyeteke nû were.
Tê payîn ku heyeta ji PDK û YNK’ê pêk tê wê biçe Bexdayê û hin hevdîtinan bike.
Di heman demê de Konseya Bilind a Referandûmê ya ku li Koşka Serokê PDK’ê Mesût Barzanî kom bûbûn jî ragihandibûn ku “Xebatên amadekariya referandûmê didome.”
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê yê Serokê DYA’yê Donald Trûmp, Brett Mcgurk û nûnerên Îngîltere û Neteweyên Yekbûyî di 13’ê Îlonê de li Duhokê tevî Barzanî civiyabûn û ‘plana alternatîf’ pêşkêş kiribûn. Lê PDK diyar dike ku di planê de tiştekî garantî tune.
Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Rûssîa Todayê re axivî û got “Heta niha biryara taloqkirina referandûma Başûrê Kurdistanê tune.”