Nameya xatirxwestinê ya Ûlaş Adali ku dema çû Kobanê nivîsand

Nameya xatirxwestinê ya Ûlaş Adali (Gokhan Taşyakan), Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunaran dema ku çûyî Kobanê nivîsîbû hate weşandin.

Nameya Ulaş Adalî ya ku ji bo malbat, hevalên xwe yên têkoşînê û gelên Tirkiyê nivîsî, ya bi sernava ‘Hêviya berxwedanê wê neşike’ wiha ye:

Dayika min a delal, yabo, kekê min, hevrêyên min ên têkoşînê, çîna karker a Tirkiyê, gelê Kurd ê çewisandî, hevalên min ên jiyanê yên ciwan, yixtiyar û jin ên ji her neteweyê, şervanên Rizgariyê..

Dema ku we ev rêzik xwendin, ez ê di rêka ronî ya Necdet Adali, Zekî Ergînbay, Aynûr Sertbûdak û Behzat Baykar de, di rêveçûnê de bim.

Di têkoşîna mafdar a gelê Kurd de ku ji hêla dîrokî û siyasî ve têne çewisandin, di nav refên enternasyonalîst de heke bi qasî serê derziyê jî keda min çêbûbe ez û şervanên Rizgariyê wê şad bin..

Ji ber destekdayina  we çîna karker û têkoşîna mafdar a gelên çewisandî, bêyî ku di bin bandorekê de bimînim, ya bi vîna xwe ya azad, ez ê poşman nebim, nirxên wiha hene ku mirov dikare li ser bimire û wê hebin. Lê afirandina nirxên ku mirov bikaribe di ber wan de bimire pir zehmetir e. Refên Rizgariyê qeraseyek e ku rêze nirxên ku mirov di ber de dikare bimire diafirîne. Ez dixwazim wiha bang li we bikim: "a girîng rêxistin e, a girîng têkoşîn e’."

Berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê, ketine nav refên mirovahiyê de ye. Heke em jî heq ji vê peywira biçûk derketibin ev bi têkoşîna gelê Kurd ê çewisandiye. Berxwedana dîrokî ya gelê Kurd berxwedaneke wiha ya enternasyonalîst pêkan kiriye.

Di serî de berxwedana gelê Kurd a li dijî zilma DAIŞ’ê; hevgirtina enternasyonalîst a çewisandiyan pêkan bûye. Potansiyela şoreşger a mezin a gelê Kurd rûyê Rojhilata Navîn spî kir.

Li vir dema ku careke din bang li we dikim, bi wê dilrehetiya ku alaya me ya Rizgariyê wê nekeve, careke din we slav dikim.

Çawa ku Stalîngrad neketibe çawa ku têk neçûbe Moskow, wê Kobanê nekeve, wê Efrîn nekeve, Rojava wê nekeve, berxwedan wê têk neçe. Ez careke din hevrêyên xwe yên têkoşînê yên ku heta niha keda wan li ser min heye û dostên xwe slav dikim. Bi xatirê we hemû gelên dinyayê, çîna karker û çewisandî...

ÛLAŞ ADALI