Karmendên Elman li Tirkiyeyê ji nêz ve tên şopandin!

Karmendên Elman ên ji Tirkiyeyê, ku ji bo betlane û bêhnvedanê diçin welatê xwe, ji aliyê polîs û îstîxbarata rejîma Erdogan ve ji nêz ve tên şopandin.

Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Nordrheîn Westfalenê (NRW) Herbert Reûl ji rojnameya "Wet am Sonntag" re axivî û diyar kir, ku zext li karker û karmendên dewletê yên diçin Tirkiyeyê tê kirin.

Wezîrê Elman ragihand, bi taybetî karmendên ji Tirkiyeyê ji aliyê îstîxbarat û polîsan ve li Tirkiyeyê tên şopandin û got, "Ji polîsan heta tercûman û xebatkarên wezaretê, karmendên dewletê yên ji gelekî pîşeyan tên şopandin."

Wezîr anî ziman, îstîxbarata Tirk ji bo agahiyan ji van karmend û karkeran bigirin zextê dikin û got, "Weke mînak; îstîxbarata Tirk polîsekî diçe welatê xwe dişopîne û dixwaze li ser têkiliyê wî û karên wî yên li Elmanyayê agahiyan bigire."

Tê gotin, zextên li karmendan jî bi rêya malbat û derdora wê/î ve tê kirin. Hat ragihandin, ku piraniya karmendên li Tirkiyeyê tên şopandin, koçberên ji Tirkiye û Kurdistanê yên li eyaleta NRW ne.

TIRKIYE JI BO PERSONELÊN ÎSTÎXBARATÊ DIBE 'WELATEKÎ BI RÎSK'

Derketibû holê, ku hikumeta Elman a federal hefteya derbasbûyî li ser fikirîbû ku Tirkiyeyê bixe nva lîsteya welatên ku ji bo yekîneyên îstîxbaratê welatên xetere ye.

Li gorî agahiyên di çapemeniya Elman de hatin weşandin, amadekarî hatine destpêkirin ku Tirkiye di lîsteya welatên ku ji bo endamên îstîxbaratê yên 'sirên dewleta Elman bi wan re heye' cihekî xwedî rîskên bilind ên ewlekariyê ye, bê bicihkirin.

Li nava lîsteya "dewletên ji bo karên îstîxbaratê xetere ne" 30 welat hene, ku Çîn, Koreya Bakur, Pakîstan û Rûsya di nava wan de cih digirin.