Rûniştinên Mafên Mirovan ên 36. ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ku 11'ê Îlonê dest pê kirin, bi nîqaşên li ser binpêkirina mafên mirovan ên li gelemperiya cîhanê dewam dikin. Di rûniştinên duh piştî nîvro de, Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Serbixwe ya Navneteweyî, ku li gorî biryara 34/26 a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate avakirin, rapora xwe ya li ser Sûriyeyê ya ji 32 rûpelan eşkere kir, ku ev rapor li gorî lêpirsînên navbera 1'ê Adara 2017 û 7'ê Tîrmeha 2017'an hate amadekirin.
HEM REJÎM HEM JÎ KOMÊN CÎHADPEREST LI SIVÎLAN DIDIN
Di raporê de hat ragihandin, ku şîdet li gelemperiya Sûiryeyê bi awayekî dewam dike û hat destnîşankirin, astengkirina alîkariya însanî ya navneteweyî û binpêkirina pîvanên hiqûqa mafên mirovan herî zêde bandorê li sivîlan dikin.
Di rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat ragihandin, ku di serî de DAIŞ, komên cîhadperest hê jî êrîşî sivîlan dikin û hat gotin, ji ber êrîşên bombeyî yên DAIŞ'ê bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dane, ku zarok jî di nav de hene.
Raporê destnîşan kir, ku hikumeta Sûriyeyê jî sivîlan dike hedef û bi çekên kîmyewî êrîşî herêmên di destê mûxalîfan de ye. Hat gotin, ji ber bomberdûmana bi balafirên şer ên hêzên rejîmê û Rûsyayê, bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
BÊENCAMMAYINA ASTANA Û CENEVREYÊ, ŞÎDETÊ ZÊDE DIKE
Di dewama raporê de hat ragihandin, ku di dema amadekirina raporê de gelek bûyerên siyasî û leşkerî qewimîne û hat destnîşankirin, ku DAIŞ'ê beşeke girîng a erdê di destê xwe de winda kiriye.
Di raporê de hevdîtinên Astana û Cenevre yên ji bo "afirandina çareseriya siyasî" hatin bibîrxistin û hat gotin," Bêencammayina hevdîtinên Astana û Cenevreyê, peydanekirina nuqteyeke hevpar ê hemû aliyan, şîdeta li welêt sor dike."
Li gorî raporê, ji ber şerê navbera komên cîhadperest ên li Îdlibê, zerar li sivîlên li herêmê dibe û ev yek xeteriyeke mezin e. Di raporê de hat gotin, şerê berjewendiyê yê navbera komên cîhadperest dibe sedem ku pêşî li gihandina alîkariyê ji bo sivîlan were girtin.
Di raporê de bal hat kişandin ser 'Cenga Mezin' a li Reqayê û wiha hate gotin: "Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku bi giranî ji YPG'ê pêk tê, ya li yek ji navendên girîng ên koma teorîst DAIŞ'ê li Reqayê daye destpêkirin, dewam dike. Van hêzan hin herêmên bajêr kontrol kirine û bi rengekî bi bandor dor lê girtine. Ji ber şerê nava kolanan ê navbera DAIŞ'ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi hezaran mirov neçar man cih û warên xwe biterikînin û xwe li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne, girtin. Li gel bicihbûna sivîlan li van herêman, komîsyon ê ji rewşa sivîlên li herêmê bi fikar in, ku tê texmînkirin 50-60 hezar li herêmê mane. Her wiha ji ber êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê, windahiya sivîlan çêdibe."
SIVÎLÊN LI HERÊMÊ DORPÊÇKIRÎ NE, DI NAVA ŞERT Û MERCÊN ZEHMET DE NE
Di raporê de hat destnîşankirin, ku li herêmên dorpêçkirî yên li gelemperiya welêt bi qasî 600 hezar mirov di nava şert û mercên giran de dijîn û xeteriyeke mezin li ser jiyana wan heye.
Di raporê de hat ragihandin, li hin herêmên Sûriyeyê êrîşên mezhebî li sivîlan tên kirin û hat gotin, "Êrîş li hezaran mirovî hate kirin ji ber dîn û mezhebên wan. Bi hezaran hatin kuştin û dîlgirtin. Piraniya van jî bi belgeyan hatin îspatkirin." Di raporê de wekî din hate gotin ku di serî de DAIŞ, gelek komên cîhadperest, jin, zarok gelek sivîl kirine hedef.
MEXDÛRÊ HERÎ MEZIN Ê ŞER, SIVÎL IN
Di beşa dawî ya raporê de hat ragihandin, ku sivîlên li gelemperiya welêt, mexdûrê herî mezin ê şerê li Sûriyeyê ye û hat gotin, "Herî zêde jin, zarok û sivîlên ji cih û warên xwe bûne, zerar ji şer dibînin. Ji ber êrîşên rêxistinên cîhadperest DAIŞ, Tahrîr El Şam û yên mîna wan, di dema amadekirina raporê de nêzî sed sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin, ku di dema amadekirina raporê de hêzên rejîmê herî kêm çar caran çeka kîmyewî bi kar anî. Hat gotin, ji ber bikaranîna çeka kîmyewî, jin û zarok jî di navê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
PÊŞNIYARÊN LI ALIYÊN ŞER HATINE KIRIN
Di dawiya raporê de pêşniyar li hemû aliyên şer hatin kirin.
Li gorî vê yekê;
Dorpêçiya li ser herêmên ku bandorê li sivîlan dikin bê rakirin û parastina sivîlan weke karekî esasî bê dîtin.
Ji bo qezencên polîtîk, sivî bi zorê ji cih û warên xwe neyên derxistin.
Mirovên ji cih û warên xwe bûne bên parastin, bi misogerkirina mafê mulkiyet û ewlekariyê ya penaberan, mafê vegera wan bê parastin.
Herêmên ku weke mîrateya çand û dîrokî tên dîtin bên parastin û êrîşên li van deran tên kirin werin rawestandin.
Bikaranîna zarokan di şer de bi temamî were qedexekirin û di serî de perwerde hemû mafên zarokan bên parastin.
Li Reqayê di şer de ji bo zerar li sivîlan nebe, bi her awayî tedbîr werin girtin.
PÊŞNIYARÊN LI REJÎMÊ
Komîsyonê her wiha ev pêşniyar li rejîmê kir:
Bi lezgînî dest ji bikaranîna çekên kîmyewî berde.
Li gorî biryara Konseya Ewlekariyê û Hiqûqa Însanî ya Navneteweyî bes êrîşî navendên tibî û wesayitên alîkariya însanî bike.
Ji bo sivîl û penaberên ji cih û warên xwe bûne, mafê mulkiyetê jî di navê de hemû mafên wan biparêze.
Destûrê bide ku Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Serbixwe ya Navneteweyî li welêt bixebit.e
PÊŞNIYARÊN LI KOMÊN ÇEKDAR
Komîsyonê ev pêşniyar li komên çekdar kir:
Li gorî hiqûqa însanî ya navneteweyî tevbigerin û bes êrîşî hindikahiyan û sivîlan bikin.
Dawî li revandina mirovan û windakirina bi zorê bînin.
Yên li gorî hiqûqa însanî ya navneteweyî tevnagerin û sûc dikin, ji wezîfeyê bigirin.
PÊŞNIYARÊN LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ
Komîsyonê her wiha ev pêşniyar li civaka navneteweyî kir:
Ji bo parastina mexdûrên di nava şer de, hurmet ji peymana Cenevreyê re bê dayin û dawî li firotina çekan ji bo aliyên ku qanûnên navneteweyî binpê dikin, bê anîn.
Ji bo eşkerekirina hêzên sûcên şer kirine û darizandina wan li dadgehên navneteweyî, piştgirî ji karên komîsyonê yên di vî warî de tên kirin be dayin.
PÊŞNIYARÊN LI KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Komîsyonê herî dawî ev pêşniyar li Konsey Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir:
Piştgiriyê bide hemû pêşniyarên komîsyonê.
Rapora komîsyona me bi awayekî fermî li rojeva Konseya Ewlekariyê bê bicihkirin û derfet bê dayin ku em brîfîngan bidin.
Ji bo pêkhatina pêvajoyeke aştiyê ya li gorî mafên mirovan û hiqûqa însanî ya navneteweyî, Konseya Ewlekariyê hêza xwe ya bi bandor a li ser hemû aktoran bi kar bîne.