Dadgeha Iraqê biryara 'rawestandin'a referandûmê da

Dadgeha Federal a Iraqê, têkildarî referandûma li Başûrê Kurdistanê biryara 'rawestandinê' da.

Dadgeha Federal a Iraqê, têkildarî referandûma li Başûrê Kurdistanê roja 25'ê Îlonê bê kirin û encamên jê derkevin holê, biryara 'rawestandinê' da.

Dadgeha Federal a Iraqê îro li hev civiya û ragihand, ku têkildarî referandûma li herêmên bên kirin û encamên jê derkevin, biryara 'rawestandinê' hatiye dayin.

Piştî wergirtina vê biryarê daxuyaniyek hate dayin û hate îdîakirin, ku serlêdana hatiye kirin hatiye nirxandin û hatiye destnîşankirin, ku referandûm li dijî xala 151. a Destûra Bingehîn a Iraqê ya sala 1969'an e.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Heta ku bê tespîtkirin ku referandûm ne li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê ye, der heqê wê de biryara girtinê hatiye standin."