NAV-DEM’ê têkildarî festîvalê daxuyanî da
Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) têkildarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 25’emîn daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) têkildarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 25’emîn daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
NAV-DEM’ê spasiyên xwe pêşkêşî bi hezaran beşdarên festîvalê kir û bal kişand ser vî tiştî ku bersiveke baş ji pêkutî û qedexekirina polîsên Elmanyayê hatiye dayîn.
NAV-DEM’ê diyar kir ku Elmanya ‘hesasiyetên Tirkiyeyê’ li ber çavan digire û dixwaze gelê Kurd krîmînalîzê bike û bi bîr xist ku di festîvala duh de pêkanînên dermirovî hatiye kirin.
NAV-DEM’ê spasiyên xwe pêşkêşî beşdarên festîvalê kir û ji ber rewşên neyînî yên Komîteya Amadekar ji gel lêborîna xwe xwest.
ÇI BÛBÛ?
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 25’emîn li Elmanyayê li bajarê Kolnê hatibû lidarxistin.
Polîsên Elmanyayê qedexe kirin ku xwarin, vexwarin, pirtûk têkevin qadê û nehiştin stand werin avakirin. Ligel qedexeyan bi deh hezaran Kurdistanî çûn Kolnê û beşdarî festîvalê bûn.