ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serpîl Kemalbay ji bo Nûriye û Semîh bang kir
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, ji bo hîndekar Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça, ku 189 roj in di greva birçîbûnê de ne bang kir. Kemalbay bal kişand ser rûniştina dozê ku wê sibe pêk were û banga tevlîbûnê kir. -
Çalakgerên greva birçîbûnê: Dengê me bibihîzin
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê mafên mirovan bi rengekî bê navber tên binpêkirin. Berxwedana girtiyên jin jî ev 3 meh in bê navber dewam dike. Greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger jî kete roja 29'an. -
The Guardîan: DAIŞ’î di ser Îdlîbê re diçin Tirkiyeyê
Rojnameya The Guardîanê ragihand, ji bajarê Îdlîbê yê Sûriyeyê ku Nûsra dagir kiriye, gelek çeteyên DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re derbasî welatên cihê dibin. -
Qonaxa duyemîn a Meşa Dirêj li Wûppertalê qediya
Ciwanên Kurd ên ji Dortmûndê dest bi meşa dirêj kirin, gihîştin bajarê Wûppertalê. -
Ji bo şêwra Rojhilat banga tevlîbûnê hate kirin
Nûnerê Partiya Serbixwe ya Kurdistanê Emîr Qazî got, ew ê tevlî şêwra 16-17 Îlonê bibe û bang li hemû hêzên pêwendîdar kir ku tevlî bibin. -
Di dozên wî parêzerî de du caran îfadeya MÎT'ê hate guhertin
Du muwekîlên parêzer Marvîn Schroth, ku yek jê endamê DAIŞ'ê yê din jî sîxurê MÎT'ê ne, di destpêkê de gotin ew ji bo MÎT'ê dixebitin, lê piştre îfadeya xwe guhertin. -
Rojeva Rojê
12'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
NY ji Tirkiyeyê re got: Dawî li îxlalkirina mafan bîne!
Dewletên di Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yê de axivîn, Tirkiye bi tund rexne kirin, bang kir ku bi lezgîn dawî li îxlalên li welat tên kirin bînin. -
Li Kerkûkê civîna yekîtiya netewî
Li Başûrê Kurdistanê KNK’ê ji bo yekîtiya netewî piştî hevdîtinên bi partiyên siyasî re, dest bi civînên bi gel re kir, li Kerkûkê civîna gel lidarxist. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yaşar hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yûsûf Yaşar (Armanç Firat) ê ku di şerê li Dersimê de şehîd bibû, li rexmê hemû astengiyên polîsan jî li Goristana Kuçukobayê hate veşartin. -
Panela ‘12’ê Îlonê’: Zindana Amedê ji dîrokê re pêşengtî kir
Axaftvanên di panela Darbe û Zindana Amedê de axivîn diyar kirin ku Tirkiye 100 sal in bi darbeyan bi rêve diçe. -
HDK: Kiryarên 12'ê Îlonê dewam dikin
Hevseroka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi wesîleya salvegera 12'ê Îlonê daxuyaniyek da û got, êşkence û neheqiya di 12'ê Îlonê de hatin kirin, îro jî dewam dikin. -
Parlamenta Iraqê li dijî referandûmê derket
Parlamenta Iraqê, bi piraniya dengan li dijî referandûma 25'ê Îlonê ya li Başûrê Kurdistanê bê kirin, derket û ji bo tedbîran li dij bigire, Ebadî wezîfedar kir. Parlamenterên Kurd jî ji civata giştî ya parlamentê derketin. -
Berê ciwanan li Wûppertalê ye
Ciwanên Kurd ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin, ber bi bajarê Wûppertal ê Elmanyayê dimeşin. -
Sezgîn Tanrikûlû: Ji salên 90'î bêhtir hov in
Tanrikûlû anî ziman, ku êrîş li nasnameya Kurd jî tê kirin û bi gotina "Hevalên me hatin kuştin, hatin girtin, hatin sirgûnkirin" bûyerên berê qewimîn bi bîr anî. -
Polîsan avêtin ser buroya parêzerên Nûriye û Semîh
Çend roj beriya destpêkirina rûniştina doza Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên di greva birçîbûnê de ne, polîsan avêtin ser buroya parêzerên her du perwerdekaran. Parêzer li avahiyê li ber xwe didin. -
Parêzerê sîxurê MÎT'ê Sayan, çeteyên DAIŞ'ê jî diparêze!
Sîxurê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê tê darizandin. Parêzerê Sayan Marvîn Schroth di heman demê de parêzeriyê ji çeteyên DAIŞ'ê re jî dike. -
'Eger Zarrab biaxive, wê rewş kûrtir bibe'
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Alp Altinors li ser dosya Reza Zarrab axivî û got, "Eger Zarrab li ser tiştên pê zane biaxive, wê were dîtin ku gelek siyasetmedarên li Tirkiyeyê di nava vî karî de ne." -
'Salên 90'î bi JÎTEM'ê, niha jî bi SÎHA'yan komkujî tê kirin'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir, ku versiyoneke cuda ya bûyerên li Arakanê diqewimin niha li Kurdistanê rû didin û got, "Salên 90'î bi JÎTEM'ê, niha jî bi SÎHA'yan komkujî tê kirin." -
Rojeva Rojê
11'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li ser girtiyên siyasî êşkenceya ‘avê’: Di rojên germ de av tune!
Dayika Tufan Îlbaş ê li Girtîgeha T-2 a Osmaniyeyê girtî ye Nesîbe Îlbaş diyar kir ku li girtîgehê rêbazên îşkenceyên nû di dewrê de ne û got “Rêveberiya girtîgehê di rojên germ de ava girtiyan qut dike.” -
Meşa dirêj a 5 rojan a ciwanan dest pê kir
Çalakiya meşa dirêş a 5 rojan ya endamên Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad a ji bo azadiya Ocalan, ya ji Dortmûndê heta Kolnê dest pê kir. -
Elmanya eşkere nake bê çiqas çek daye rejîma Erdogan
Li gel aloziya navbera hikumeta Merkel û rejîma Erdogan, derket holê ku Elmanyayê di nava 8 mehên destpêkê yên salê de bi buhayê 25 milyon Euroyî çek firotiye Tirkiyeyê. Lê hikumeta Elman diyar kir, ku wê temamiya bazirganiya xwe ya çekan eşkere neke. -
Li balafirgeha Frankfûrtê di êrîşê de 6 kes birîndar bûn -NÛ BÛ
Li balafirgeha Frankfûrtê, ku mezintirîn balafirgeha Elmanyayê ye, îro saet di 11:15'an de bi gaza îsotê êrîşek hate kirin. -
Dadgeriya Tirk dixwaze 10 salan cezayê girtîgehê bide Yuksekdag
Dadgeriya Tirk, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ku dixwaze bi 10 salan cezayê girtîgehê ceza bike, tevlî rûniştina dozê nekir.