Ji bo Saray Guven li Frankfûrtê merasîm hate lidarxistin

Ji bo Saray Guven a ji Dersimê, ku li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate kuştin, li Bîschofsheîmê merasîmek hate lidarxistin.

Dayika sê zarokan Saray Guven (47) roja 20'ê Tebaxa 2017'an winda bûbû û cesedê wê 1'ê Îlonê li bajarokê Munsterê yê ser bi bajarê Darmstadtê, li daristanê hatibû dîtin. Piştî karê otopsiyê cenazeyê Guven radestî malbatê hate kirin. Ji bo Guven ku cenazeyê wê wê li Dersimê were veşartin, li Bîschofsheîmê merasîmek hate lidarxistin.

Nûnerên YJK-E, ÛTAMARA, FEDA, Komeleya Elewiyan a Hoctanûs, Yekîtiya Jinan a ABHF, Yenî Kadin û NAV-DEM'ê tevlî merasîmê bûn. Her wiha ji Swîsreyê gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Darbesta cenazeyê Guven ku bi kulîlkan hate xemilandin, bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" hate pêşwazîkirin.

Nûnera FEDA'yê Ayten Şîmşîr li merasîmê axivî û got, "Em ê îro cana xwe Saray Guven ber bi ebediyetê bi rê bikin. Em, zîhniyeta serdest a mêr ku cana me Saray kuşt, hezaran carî lenet dikin."

Piştî axaftinan, sînevîzyona ji bo Guven hatibû amadekirin, hate nîşandan. Her wiha ji rojnivîska Guven çend not hatin xwendin.

Keça Guven Rojîn Guven li merasîmê axivî û got, "Dayika min gelekî êş kişand, lê belê serê wê timî bilind bû. Bi vî rengî jiya. Ez bi dayika xwe serbilind im û em ê wê ti carî ji bîr nekin."

Keçeke din a Guven Dîlan Bendî Guven jî spasiya her kesên ku di vê roja giran de bi wan re heye, kir.

Di dawiya merasîmê de jinan darbest danîn ser milan û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi rê kirin.

Cenaze wê roja Sêşemê li navçeya Pîlemûrî ya Dersimê were veşartin.