Yuksekdag nehat berdan

Di rûniştina îro ya doza Fîgen Yuksekdag de, ku li Girtîgeha Sîncanê pêk hat, biryar hate dayin ku Yuksekdag girtî bimîne.

Rûniştina duyemîn a doza li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, li Kampusa Girtîgeha Girtî ya Sîncanê pêk hat. Piştî navberê, rûniştina dozê dewam kir û dozger nêrîna xwe eşkere kir.

'GUMANA REVÊ'

Heyeta dadgehê biryar da, ku ji ber sererastkirina Edliyeya Sihhiye rûniştinên ji niha û pê ve li saloneke guncaw a Girtîgeha Sîncanê bidome, dozên Wan û Rihayê yên têkildarî Yuksekdag bi vê dosyayê re bibin yek û ji ber 'gumana revê' ya Yuksekdag, girtî bimîne.

Rûniştina dozê ji bo 6'ê Kanûna 2017'an saet di 09:30'î hate taloqkirin.

Nûçeyên li ser mijarê:

https://anfkurdi.com/rojane/doza-yuksekdag-mafe-darizandina-adil-te-binpekirin-86122

https://anfkurdi.com/rojane/doza-yuksekdag-ji-hatiye-girtin-86128