Li Stenbolê girtin, li Êlihê binçavkirin

Li Stenbolê 11 kesên beriya niha bi 14 rojan hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Li Êlihê jî Serokwekîla berê ya Şaredariya Êlihê Hurriyet Kaytar hate binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê rejîma AKP/Qesra Erdogan ve tê meşandin, dewam dikin.

STENBOL

Li Stenbolê, 13 kesên roja 28'ê Îlonê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, piştî 14 rojan derketin pêşberî dadgehê. 11 ji van 13 kesan hatin girtin û 2 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Davût Demîr, Zeynep Kayra, Huseyîn Kayra, Mizgîn Akman, Şahîn Ozyildirim, Vedat Çelîk, Mûstafa Berke, Serhat Kiziltaş, Mahmût Zeren, Serkan Kaya û Sûzan Ejderha, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" hatin girtin.

Ceylan Keleş û Kadriye Kol jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

ÊLIH

Serokwekîla berê ya Şaredariya Êlihê Hurriyet Kaytar, ku qeyûmê ew ji kar avêtibû, hat binçavkirin.

Polîsên Tirk danê sibehê avêtins er mala Serokwekîla berê ya Şaredariya Êlihê ya DBP'yî Hurriyet Kaytar û ew binçav kirin. Kaytar birin Midûryeta Polîsên Tirk a Êlihê.