Ji bo rojnamevan Çaksû û Eplî ceza

Ji bo Rojnamevan Ersîn Çaksû û Midûrê Karê Nivîsê Harûn Epîl 5 meh cezayê girtîgehê hate dayîn.

Rûniştina biryara di derbarê Rêveberê Weşana Giştî yê Berê ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Ersûn Çaksû û Midûrê Karê Nivîsê Harûn Eplî de hatibû vekirin li 2’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê hate destpêkirin. Di rûniştina Çaksû û Eplî beşdar nebûn de, parêzer amade bûn. Di rûniştina bi îdîaya “Heqaret li Dewleta Komara Tirkiyeyê û teşkîlata leşkerî ya dewletê kirin”de ji bo Çaksû û Eplî her yekê 6 meh cezayê girtîgehê hate dayîn. Ceza daxist 5 mehan.

Ceza hate taloqkirin, ji bo rojnamevan Çaksû û Eplî biryara pêkanîna hikmê berdana bi kontrol a 5 salan hate dayîn.