Wekîlê berê Zenderlîoglû hate berdan

Parlementerê HDP’ê yê berê Husamettîn Zenderlîgolû yê ku li Balafirgeha Ataturk hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hate berdan.

Parlementerê HDP’ê yê Bedlîsê yê berê Husamettîn Zenderlîoglû yê ku ji derveyî welat hat Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hatibû binçavkirin. Zenderlîoglû bi hinceta di çarçoveya dozek Dadgeha Cezayê Asliyê ya Amedê tê darizandin de hatibû binçavkirin. Piştî îfadeyên Zenderlîoglû li Edliya Bakirkoyê hat girtin û şûnde hate berdan.