Elmanya cesaretê dide tîmên operasyonê
Siyasetmedarên Kurd ên ku ajanê MÎT'ê Fatîh Sayan der barê wan de plana sûîqestê dikir, nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê ya berdana bi şert dan.
Siyasetmedarên Kurd ên ku ajanê MÎT'ê Fatîh Sayan der barê wan de plana sûîqestê dikir, nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê ya berdana bi şert dan.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û destnîşan kir, ku bi vê biryarê re Elmanya rê li ber êrîşên li dijî siyasetmedarên Kurd vedike. Kartal got, "Ewropa, cesaret û firsendê dide tîmên operasyonê. Jiyana siyasetmedarên Kurd dixe nava xeteriyê." Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî diyar kir ku wê li ber biryarê rabin û got, "Em ji aliyê hiqûqî, hem jî ji aliyê raya giştî ve em ê dest ji vê dozê bernedin."
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û bi bîr xist, ku dema mijar siyasetmedarên Kurd be, dadgeriya Elman ji 3 heta 5 salan cezayê girtîgehê dibire, lê belê endamê MÎT'ê yê ku bi belgeyan plana wî ya sûîqestê hatiye eşkerekirin, weke gefekê nedîtiye û serbest berdaye. Kartal diyar kir, ku biryar siyasî ye û anî ziman, ku berpirsyariya êrîş û sûîqestên ji niha û pê ve werin kirin, li ser milê yên ku ev biryar dane, ye.
RÊ LI BER ÊRÎŞAN VEDIKE
Kartal destnîşan kir, ku bi vê biryarê re Elman rê li ber êrîşên li dijî siyasetmedarên Kurd vedike û got, "Ji vê briyara Dadgeha Elman jî tê fêhmkirin, ku gef û xeteriyên li ser jiyana siyasetmedarên Kurd, ji bo Elmanyayê ne girîng e. Biryara 'ji bo Elmanyayê ne bi rîsk e' rewşê biçûk û sivik dike û tê wateya Pêşîvekirina li gefên li dijî siyasetmedarên Kurd. Jiyana siyasetmedarên Kurd dixe nava xeteriyê. Ev biryar di heman demê de cesaretê dide tîmên operasyonê yên dewleta Tirk, ku bi gelek belgeyan hatiye nîşan dan ku dewleta Tirk ji bo sûîqesta li dijî siyasetmedarên Kurd şandiye Ewropayê. Biryarê cesaret û firsend daye tîmên operasyonê yên dewleta Tirk ên li Ewropayê."
ELMANYA WÊ ŞIRÎKÊ ÊRÎŞEKE GENGAZ BE
Kartal da zanîn, ku Elmanya wê berpirsyarê êrîşên gengaz ên li hemberî siyasetmedarên kurd be û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê, dibe ku di dema pêş de li hemberî siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê operasyon ya jî êrîş bê kirin. Ev biryara Dadgeha Elman, êrîşê teşwîq dike û zemînê jê re amade dike. Elmanan bi vî rengî berpirsyariya êrîşan dane ser milê xwe."
KARÊ MÎT'Ê TÊ ZANÎN
Kartal bal kişand ser êrîş û gefên li dijî Kurdan û bi bîr xist, ku Kurd ji bo berjewendiyên polîtîk hatine qurbankirin. Kartal got, "Dewleta Tirk, yekser ji devê Erdogan eşkere dike ku li Rojava, Başûr, Tirkiye û her devera cîhanê, wê mafê jiyanê nede sazî û kesayetên Kurdan. Eşkere ye ku li Elmanya, Belçîka, Swîsre û tevahiya Ewropayê planên MÎT'ê yên li dijî siyasetmedarên Kurd hene. Tevî van hemûyan jî, dadgeha Elman van ji nedîtî ve tê."
BIRYARA HIKUMETÊ YE
Remzî Kartal destnîşan kir, ku biryara hatiye dayin, helwesta hikumeta Elmanyayê ye û got, "Ev biryar, di çarçoveya konsepta tinekirinê ya topyekûn de erêkirina polîtîkaya Tirkiyeyê ye." Kartal bang li siyasetmedarên Kurd, saziyên çapemenî-weşanê û raya giştî kir ku nerazîbûna xwe ya li hemberî biryarê nîşan bidin. Kartal got, "Pêwîste hemû hêzên azadîxwaz û hêzên demokrasiyê yên li Elmanyayê, li dijî vê biryarê dengê xwe bilind bikin."
KOÇ: EM Ê LI BER BIRYARÊ RABIN
Yek ji siyasetmedarên Kurd, ku sîxurê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan xwest sûîqestê lê bike, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç e. Koç diyar kir ku ev biryar siyasî ye û got, "Parêzerên min wê bi lezgînî îtirazê li biryarê bikin." Koç anî ziman, ku bi rêya vê biryarê, polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk hatiye erêkirin û got, "Beriya dadgeh dest pê bike û di dema rûniştinên dadgehê de me hişyariyên xwe dan. Tevî van hemûyan jî hiqûq kirin qurbanê siyasetê."
ERÊKIRINA POLÎTÎKAYÊN GEMARÎ YÊN TIRKIYEYÊ YE
Koç got, "Dewleta Elman, ji bo sazî û siyasetmedarên Kurd krîmînalîze bike, bi berfirehî li telefonan guhdarî dike. Her wiha dişopîne" û wiha dewam kir: "Bi vê biryarê re planên gemarî yên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedar û saziyên Kurd hatine erêkirin."
Koç bi bîr xist, ku dadgehê nehiştiye ew bi navê saziyên Kurd ên di hedefa MÎT'ê de ne, tevlî rûniştina dadgehê bibe û anî ziman, ku wan hemû belge û agahiyên li ser planên sûîqestê yên dewleta Tirk bi rayedaran re par ve kiriye. Koç got, "Em ê vê biryarê li nava raya giştî teşhîr bikin. Tevî ku siyasî bûye jî, em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin." Koç destnîşan kir, ku Kurd êdî yek ji aktorên bingehîn ên li Rojhilata Navîn e û got, "Kurd êdî di rewşeke qurbanîkirinê de nîne. Kurd xwedî wê hêz û bandorê ne ku bi têkiliyên xwe yên rêxistinî, siyasî û dostaniyê, van polîtîkayên qirêj kifş bikin. Hem ji aliyê hiqûqî, hem jî ji aliyê raya giştî ve em ê dest ji vê dozê bernedin. Ji bo sererastkirina vê rewşa sosret, wê têkoşîna me bidome."