Aydar: Li dijî bloka dij bi Kurd, divê Kurd bibin yek
Endamê Konseya KNK'ê Zubeyîr Aydar got, li dijî bloka dij bi Kurd a ku Tirkiye serkêşiyê jê re dike, divê Kurd bibin yek.
Endamê Konseya KNK'ê Zubeyîr Aydar got, li dijî bloka dij bi Kurd a ku Tirkiye serkêşiyê jê re dike, divê Kurd bibin yek.
Endamê Konseya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zubeyîr Aydar, kar û hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan, şêwrên li çar parçeyên Kurdistanê û pêvajoya piştrî referandûmê li Başûrê Kurdistanê rû da, ji ANF'ê re nirxand.
'DIJMINÊN ME DIXWAZIN ME TINE BIKIN'
KNK, piştî şêwra li Silêmanî, ji bo Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê şêwrên bi heman rengî organîze kir. Niha jî wê li Ewropayê komxebatê li dar bixe. Ev karê we di kîjan astê de ye?
Armanca damezrandina KNK'ê, pêkanîna yekîtiya neteweyî ya navbera Kurdan û lihevcivandina partî û rêxistinên Kurdan e. Di vê çarçoveyê de, sala 2013'an gaveke cidî hate avêtin. Hemû partî û rêxistinên Kurd tevlî civîna li Hewlêrê bûn. Yekemcar wêneyekî yekîtiyê derkete holê. Her kes di nava wî wêneyî de hebû. Lê belê, piştî ku dema wezîfeyê ya Mesûd Barzanî hate dirêjkirin, bûyerên li Rojava derketin holê û Tirkiye û Îran ketin navberê, PDK'ê pêvajo hêdî hêdî sar kir û paş ve gav avêt. Welê li komîteya amadekar hat ku nema karî bi kar bike. Tevî ku dem ji bo pêkhatina kongreyê hate diyarkirin jî, pêvajo bi pêş ve neçû. Dûre, êrîşa DAIŞ'ê ya sala 2014'an rojeveke nû afirand. Êrîş li Şengalê, Başûrê Kurdistanê û Kobanê hate kirin. Sala 2015'an dewleta Tirk dest bi êrîşên li dijî bajarên Bakur kir. Ev hemû bûn sedem ku pêvajo li gorî dilê me nemeşe. Lê belê tevî vê yekê jî hewldanên me dewam kirin. Em bi partî û rêxistinan re rûniştin. Piştî ku bi PDK û hêzên pê ve girêdayî ev kar neçû serî, me jî hewl dan van hewldanên xwe di nava gel de bidomînin. Ji ber ku gelê me di nava xeteriyeke mezin de ye. Ji çar aliyan ve dor li me hatiye girtin. Dijminên me li hev dicivin û planan li ser tinekirina me amade dikin. Eger rastî ev be, çima em nikarin li hev bicivin? Rizgariya me bi yekîtiyê dibe. Eger em dixwazin weke gel azad bibin, ji bilî yekîtiyê ti çareya me nîne. Bi yekîtiya neteweyî em dikarin bersivê bidin van êrîşan. Ji xwe armanca şêwra me ya li Silêmanî, ku meha Tîrmehê li Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin, ev bû. Tevlîbûneke xurt lê çêbû. Tenê PDK û derdora wê tevlî nebû. Li wê derê biryar hate dayin, ku ji bo hemû parçeyan şêwr bên organîzekirin û herî dawî şêwreke mezin were lidarxistin. Em niha di pêvajoya van civînan de ne. Eleqeyeke mezin jê re heye. Nuqteya ku her kes li ser li hev dike; pêkhatina yekîtiya neteweyî ye.
'PDK HÊ JÎ HÊVIYAN JI TIRKIYEYÊ DIKE'
Bi taybetî, piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê, Tirkiye, Îran û Iraq li ser dijberiya Kurdan gihîştin hev. Ji niha û pê ve xeteriyên çawa li ber Kurdan e?
Li Başûrê Kurdistanê hikumetek, parlamentek û saziyên xwe hene. Ev hemû li derveyî vê biryarê hatin hiştin. Ne parlament dikare li hev bicive, ne jî hikumet dikare biryaran bide. Barzanî bi tena serê xwe, tevî komekê rabû got, 'Em ê referandûmê bikin'. Gelo sparteyeke vê ya qanûnî heye? Ew bi xwe, saziyên ku ava kirine pûç dike û bi rengekî kêfî karekî bi vî rengî kir. Li hundir rewş bi vî rengî bû û yekîtî nehat afirandin. Li derve jî bi têrkerî amadekarî nehate kirin. Xebatên dîplomatîk nehatin meşandin. Ji Kurdên li parçeyên din û deverên din ên cîhanê nehat pirsîn. Ji ber ku ev yek her kesî eleqedar dike. Lewma diviyabû bihata pirsîn. Lê ev nehate kirin. Eger bihata pirsîn û li platformeke weke kongreya neteweyî ev biryar hatibûya girtin, rewş wê îro ne bi vî rengî bûya. Piştî referandûmê diviyabû rewşa Kurdan baş bûya, lê belê niha rewş berevajî ye. Welatên herêmê gefê dixwin, pirsgirêk der dibin. Cîhan bêdeng e. Ev bêdengî welatên herêmê wêrek dike. Halbûkî eger li cîhanê dîplomasiyeke baş hatibûya kirin, wê gelek welat bihatina îqnakirin û rewş wê îro ne bi vî rengî bûya. Tirkiye, Îran û Iraq jî nedikarî bi vî rengî bi hêsanî êrîş bikira. Tirkiye, Îran û Iraq bi hev re tetbîqatê dikin, hewl didin êrîş bikin. Qada hewayî digirin, ambargoyê datînin, lê tevî vê yekê jî yekîtî pêk nayê. PDK ji yekîtiyê ditirse. Di şaşitiyê de dewam dike. PDK, deriyê Rojava yê ku ji bo xatirê Tirkiyeyê girt, hê jî venake. Heta duh me digot 'Erdogan û AKP dijminê Kurdan e', lê PDK'ê digot, 'Na, ev dostê Kurdan e'. Rewşa heyî bi rengekî zelal raxist pêş çavan bê çi çiye. Îro ew êrîş dikin. Li gel vê yekê jî PDK hê hêviyê ji Tirkiyeyê dike. Em wan dawetî hemû civînan dikin, lê ew nayên. Me ji bo şêwrên Silêmanî, Rojhilat û Rojava vexwend, lê nehatin. Hê jî di nava boykoteke bê wate de ne. Eger ev helwest bi vî awayî dewam bike û yekîtî pêk neyê, wê pêvajoyeke zehmet derkeve pêşiya Kurdan.
'TIRKIYE SERKÊŞIYÊ JI BLOKA DIJ BI KURD RE DIKE'
Tirkiye dijminê hemû Kurdan e?
Niha li Rojhilata Navîn, Tirkiye serkêşiyê ji bloka dij bi Kurd dike. Ji bo statuya Lozanê li herêmê bidome, Tirkiye gelekî hewl dide. Ev yek piştî referandûmê bêhtir eşkere bû. Erdogan ê ku hê heta duh êrîşî Bexdayê dikir, niha li dijî Kurdan bi hemû dijminên Kurdan re bûye yek û polîtîkaya xwe guherandiye. Iraq, Îran û Sûriye jî di nava vî karî de hene.
Divê PDK ji niha û pê ve çi bike?
Li hemberî van êrîşan, pêwîste em bi lezgînî li hev bicivin. Di çarçoveya berjewendiyên gelê xwe de divê em biryarên hevpar bigirin. Bi rêxistinbûnên mîna konseya komîteya şoreşê ya Saddam, ku bi civînên teng hate avakirin, bi rêbazên xurtkirina lîderiya xwe, kursiya xwe û bi rêbazên ku her tiştî bi xwe ve girê dide, encam bi dest nakeve. Wekî din, divê li derve karekî cidî yê dîplomasiyê bê meşandin. Divê her partî, her parçe bi serê xwe tevnegerin. Pêwîstî bi pêngaveke dîplomasiyê ya ku ji navendekê ve tê birêvebirin, heye. Laizm e em hêzên xwe bikin yek, stratejiyeke hevpar biafirînin û hêza parastinê ava bikin. Divê em derbasî pozîsyona parastinê ya topyekûn bibin. Ev yek di dîplomasî, leşkerî, aborî û siyasî de divê bi vî rengî be. Ji bo em karibin ambargoya li herêmê ya li ser xwe rakin, divê em karibin xwe ji cîhanê re vebêjin.
Eleqeya ji bo van şêwrên yekîtiyê çawa ye? Encamek wê ji van derkeve?
Piştî şêwra Tîrmehê ya li Silêmanî, şêwr ji bo Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hatin kirin. Di dawiya vê hefteyê de wê li Ewropayê dewam bike. Eleqe ji bo komxebatan heye. Lê belê tevî hemû bangên me jî PDK û hêzên li dora wê tevlî nebûn. Ji bo şêwra dawiya vê hefteyê ya li Ewropayê me bang kir, hêvîdar im wê tevlî bibin. Tevlînebûna PDK û hêzên li dora wê, kêmasî ye. Ev ji destpêkê de rê li ber kêmasiyekê vedike. Ev dibe sedem ku encam bi dest nekeve. Me jî li nava gel belav kir û em hewl didin raya giştî ya Kurd tevlî bikin. Armanc ji vî karî pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan e. Bêguman ev pêvajo zehmet e. Yekîtiya Kurdan bi çend civînan nabe. Lê belê nabe ku bi gotina 'Kurd nabin yek' em dest ji vî karî berdin. Pêwîste em bi biryardarî bi ser vê ve biçin. Heta ku em encamekê jê bigirin, ev kar û hewldanên me wê bidomin.