Di beşa piştî nîvro ya çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Ocalan ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ên Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) ve hate organîzekirin de, gelek Kurdistanî û siyasetmedar ziyaret kirin.
Nûnerê PYD’ê yê Fransa Dr. Xalit Îsa û Wezîrê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer bi boneya rûniştina Meclîsa Parlemeterên Konseya Ewropa (AKPM) li Konseya Ewropa (KE) yê bûn çûn serdana çalakiya rûniştinê.
Li vir li gel Dr. Xalit Îsa û Abdulkerîm Omer ji nûnerên TJK-E’yê Hazal Karakoç têkildarî hevdîtinên li AKPM’ê û bûyerên siyasî yên dawî civînek lidar xistin.
Di civînê de ewilê Dr. Xalit ÎSa axivî û diyar kir ku êş û kêfxweşiyên Kurdan yek in û bal kişand ser yekîiya li Rojava û çar parçeyên Kurdistanê. Dr. Îsa destnîşan kir ku li Rojava û Bakûrê Sûriye ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve 42 km xak hate azadkirin, li cihên hatin azadkirin li ber ronahiya ramanê Ocalan wekheviya jin-mêr rêveberiyên gelî tên avakirin.
BI PIŞTGIRÎ Û BERXWEDANA HEMÛ PARÇEYAN GIHIŞTÎN VAN ROJAN
Dr. Îsa bibîr xist ku li Rojava di demê berxwedan nû destpê kirî ti hêzan bawer nedikir. Dr. Îsa desnîşan kir ku bi piştgirî û berxwedana Kurdên her çar parçeyan îro bi hêzên herî mezin ên cîhanê re têkilî datînin û di nava hevkariyê de ne.
Dr. Îsa da xuyakirin ku li hemû parçeyên Kurdistanê êrîş û gef hene, diyar kir ku berxwedana li Kobanê destpê kirî îro li Reqa û Dêra Zorê dewam dike. Dr. Îsa diyar kir ku gav bi gav Kurd ber bi azadiyê ve diçin.
“DIBÊJIN ‘EGER OCALAN Û PKK NEBÛNA ME DAIŞ TÊK NEDIBIR’”
Wezîrê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer ê di civînê de jî axivî diyar kir ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û divê raman Ocalan esas bê girtin.
Omer destnîşan kir ku li Rojava di aliyekê de berxwedan tê kirin û li aliyê din ji nû ve sîstem tê rûniştkandin û rêveberiyên xwecihî tên avakirin. Omer bibîr xist ku êdî li Sûriyeyê yekane hêza xwedî proje Kurd in û bal kişand ser îtifakên xwecihî.
Abdulkerîm Omer anî ziman ku di hevdîtinên dezgehên navneteweyî de bal dikişînin ser rola Ocalan û PKK’ê. Omer bi taybet bal tê kişandina ser rola Ocalan û PKK’ê ya di dema dagirkeriya DAIŞ’ê ya li herêmê. Omer da xuyakirin ku vê rastiyê di hemû hevdîtinên xwe de tînin ziman û ji bo vê divê Ocalan bê azadkirin û şerte ku muzakere bên destpêkirin.
KURDÊN KU XWE DISPÊRIN HÊZA XWE LI QADA NAVNETEWEYÎ TÊ CIDÎ GIRTIN
Wezîrê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Omer anî ziman ku wê Kurd azad bibin û divê têkoşîn bê xurtkirin û yekîtî bê avakirin. Omer diyar kir ku Kurd li Rojava û Sûriye xwe dispêrin hêza xwe bi vê boneyê di qada navneteweyî de cidî tê girtin.
Abdulkerîm Omer diyar kir ku xebatên têkildarî yekîtiya Kurdan girîng in û got: “Li başûr destpêkê digotin; ‘Em tenê li dijî PKK’ê ne’, ne li dijî Kurdanin.” We dît, mafê herî rewa yê serxwebûnê referandûm pêk anîn, hemûyan êrîş kirin. Dema mijar dibe Kurd hemû dibin yek.” Omer banga yekîtiyê kir.
TÊKILDARÎ HEVDÎTINAN AGAHÎ PARVEKIRIN
Ji xebatkarên Têkiliya Karê Derve ya TJK-E’yê Hazal Kakakoç jî di civînê de axivî û têkildarî hevdîtina li KE’yê agahî parve kir. Karakoç anî ziman ku 3 dosyayên cuda ku têkildaîr Ocalan, têkoşîna jina Kurd û têkildarî Rojava û Şengalê pêşkêşî parlemeter û komên ku pêre civîn pêk anîne, kirine.
Karakoç di civînan de bal kişandine ser tecîrda li dijî Ocalan û bibîr xistine ku divê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) hevdîtinê bi Ocalan re bike.
Karakoç destnîşan kir ku di hevdîtinan de wêneyên girêdayî qetlîamên li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hatine jî parvekirine, bal kişand ku gelek muxatab diyar kirin ku ‘ji van agahiyan bê xeber bûn’. Karakoç bibîr xist ku ji bo hê zêdetir zext û qetlîamên tên kirin bigihêje civaka Ewropa û nûneran, divê gelê Kurd têkoşîna xwe bilind û xurt bike.
Bi tevlîbûna ji 100’an zêdetir endamên TJK-E – KCDK-E û welatparêzên Kurd çalakiya rûniştên ya dom dike, wê sibehê bi aktivîteyên cuda û hevdîtinên cuda dewam bike.