Di çarçoveya çalakiyên ji bo azadiya Ocalan de, rojên Duşem û Sêşemê li bîllboardên mezin ên li stasyona trenê ya navendî ya paytexta Swîsre Bernê, bi zimanê Elmanî posterê 'Azadî ji Ocalan re' hate nîşandan.
Piştî ku çapemeniya herêmî ya kantona Bernê, li gorî nûçeya ajansa me ev yek weşand, Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Bernê kete nava liv û tevgerê. Derket holê ku Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê xwestiye, posterê 'Azadî ji Ocalan re' tavilê ji bîllboardan bê rakirin.
WEZARETA KARÊN DERVE: EM NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIN
Li gorî nûçeyan rojnameya 20 Mînûte, Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Bernê, têkilî bi Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê re danî û jê xwest, posterê 'Azadî ji Ocalan re' tavilê bê rakirin. Rojnameyê ragihand, rayedarên Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê li hemberî vê daxwaza sefaretxaneyê işaret bi qanûnên Swîsreyê kirine û ji wan re nivîsandine ku ew nikarin tiştekî bikin.
SBB: AZADIYA ÎFADEYÊ YE
Berdevkê Çapemeniyê yê Şîrketa Rêyên Hesinî ya Swîsreyê (SBB) Danîele Pallacchî li ser mijarê daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku stasyonên trenê cihên ji cemaweriyê re vekirî ne û divê bê qebûlkirin, ku li stasyonên trenê mesajên siyasî jî dikarin bên nîşandan. Pallacchî diyar kir, ku rakirina posterê 'Azadî ji Ocalan re' wê bibe sansur û got, divê ev mijar bi temamî di çarçoveya azadiya îfadeyê de bê dîtin.