Li Konseya Ewropayê ji bo qirkirina Êzidiyan banga tehqîqatê

Li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê ji bo qirkirina Êzidiyan banga tehqîqatê hate kirin. AKP’yî beşdarî dengdanê nebûn. Di civînê de bal hat kişandin ku PKK, YPG û YPJ’ê rê li ber kuştina Êzidiyan girtiye.

Li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê ji bo qirkirina Êzidiyan banga tehqîqatê hate kirin.

Di rapora Pîeter Omtzsîg ê ku li ser navê Hollandayê endamê Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê ye hate gotin: “Heke di vê qirkirinê de em ê tiştekî nekin, nexwe em ‘peymana qirkirinê’ bavêjin sergoyê.”

ÇI HATE GOTIN

Di axaftinan de hate diyarkirin, heke YPG û PKK korîdor venekirina û mudaxeleyî rewşê nekirina wê gelek kesan jiyana xwe ji dest bidana û hat gotin: “Gelê pêşîn ê li hemberî vê qirkirinê li ber xwe da gelê Kurd ê li Kobanê bû.”

Di axaftinan de ev tişt hatin destnîşankirin:

“DAIŞ’ê li hemberî gelek gelan zilmeke mezin kir. Gelek belge di destê me de hene. Endamên Konseya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî dikarin gelek tiştan bikin. Kesên ev qirkirin pêk anîne, pasaportên wan ên Ewrûpayê hene, divê li welatên me tehqîqat were kirin. Divê ev kes ji ber sûcê qirkirinê werin darizandin.”

AKP’Ê NEGOT ‘QIRKIRIN’

Endamên AKP’ê jî negotin ‘qirkirin’ û ji dêvila vî tiştî gotin:“dînê û neteweyê terorê tune” û piştre jî beşdarî dengdanê nebûn.

Lîam Byrne yê ji Koma Sosyalîst: “Li wê derê qirkirinek hate kirin. Divê ev tişt were darizandin. Di navbera van kesan û Kurdan de şerekî mezin heye, divê em bêdeng nemînin.”

Aleksandar Stevanonîç ê ji Koma Demokratên Lîberal: “Divê em ji xwe bipirsin, gelo beriya Kobanê me nedikarî em tiştekî bikin, gelo me çavê xwe ji van cenewaran re girt… Divê em berpirsyar tevbigerin.”

Li ser navê Koma Çepgir jî Ertûgrûl Kurkçu: “DAIŞ û hişmendiyên cîhadîst ên dişibin wê qirkirinê dikin. Ya hatî kirin qirkirin e. DAIŞ’ê Kurd weke dijimin, ew ji bo xwe û firkrên xwe dîtin û weke hêzek bi hêz dibînin û ji bo wê êrîş kirin û êrîş dikin. DYA’yê û mîtefîkên wê di sala 2013’an hesabên wiha polîtîk nekirin, çavê xwe lê girtin…”

Parlementerê Îtalyan Sergîo Dîvîna: “Kurdan nerazîbûn nîşanî van zaliman da. Doza Kurdan li benda çareseriyê ye. Li dijî Kurdan jî qirkirin hate kirin.”

Fîlîz Kerestecîoglû: “Beriya 4 salan qirkirinek mezin li ser Êzidiyên ku pêşmergeyan neparastin hate kirin. Eger şervanên Kurd (PKK û YPG) nebûn wê qûrbanên vê qirkirinê hê zêdetir ba… Jin, zarok hatin firotin, dest hatin avêtinê.

Yên ji bo Mîlosevîç û Rûwanda ketin tevgerê çima ji bo Sûriye nakevin nava liv û tevgerê?

Bê ku dem derbas bibe divê bi lezgîn dest bi tehqîqatê bê kirin.”