KNK'ê ji bo Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Ewropayê bang kir

KNK'ê ji bo Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Ewropayê, ku wê di 13-15'ê Cotmehê de organîze bike, banga tevlîbûnê kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin, ku di navbera 13-15'ê Cotmehê de wê li Hollandayê Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Ewropayê lidar bixin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku wê li ser rewşa giştî ya Kurdistanê, rewşa Kurdistaniyên li derveyî welat û yekîtiya neteweyî gotûbêj bên kirin.

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir, ku şêwr wê beriya civîna salane ya KNK'ê were lidarxistin, lewma ji bo vê civînê ji seranserê Kurdistanê û dîasporayê, endamên KNK'ê û gelek kesayetên polîtîk û ronakbîrî û berpirsiyarên partî û rêxistinên polîtîk hatine vexwendin.

Li ser mijarên di vê civînê de werin nirxandin, ev agahî hatin dayin:

"Rewşa giştî ya Kurdistanê, bûyerên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Cîhanê diqewimin, rewşa Kurdistaniyên li derveyî welat, Kurdi û Kurdistaniyên li derveyî welat çawa nêzîkî yekîtiya neteweyî dibin û hêviya wan çi ye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku KNK di van rojên germ de girîngiyek emezin dide vê kombûna sê rojî ya li Hollandayê û hat gotin, "Beşdar û endamên KNK'ê li ser pirsa bi giştî ya neteweyî û rêyên çareseriyê wê dîtin û bîr û baweriyên xwe bêjin û bi hev re parve bikin. Gelê Kurdistan û raya giştî wê ji encama van kombûnan bêne agahdar kirin."