Çalakiya nobedê ya ji Ocalan re azadî 3 roj li pey xwe hişt
Çalakiya rûniştinê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî ku li Strasboûrgê li pêşiya avahiya PE’yê hate lidarxistin, 3 roj li pey xwe hişt.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî ku li Strasboûrgê li pêşiya avahiya PE’yê hate lidarxistin, 3 roj li pey xwe hişt.
Çalakiya rûniştinê ya ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ên Ewropa (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) ve hate roganîzekirin, daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan dike. Çalakiya ku roja Dûşemê destpê kir di heman rojê de Însyatîfa ji Ocalan re Azadî dest bi kampanyaya ‘Dema Hatiye’ kirin.
Çalakiya rûniştinê ya ku ji sedan kesî zêdetir tevlî bûyî, li pêşberî Konseya Ewropa (KE), bi şîara ‘Ji Ocalan Re Azadî’ çalakiya nobedê li devera heyî dewam dike.
Duh tevahiya rojê aktivîteyên cuha hatin lidarxistin, gelek Kurdistaniyên ji welatên derdor hatin çûn serdana çalakvanan. Wezîrê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer û Nûnerê PYD’ê yê Fransa Dr. Xalid Îsa li gel dostên Kurdan ên ji Îtalya, Îngilîstan û welatên din hatin çûn serdana çalakgeran û peyamên piştgiriyê dan.
Di beşa çalakiya ya piştî nîvor de Hevberdevka TJK-E’yê Dilşa Osman, Abdulkerîm Omer û Dr. Xalid Îsa tevlî civînê bûn, bûyerên li Kurdisan, têkildarî xebatên li Ewropa agahî hatin dayîn. Her wiha Abdulkerîm Omar û Dr. Xalid Îsa duh li KE’yê têkildarî mijara Rojava konferanseke ya çapemeniyê lidar xistin.
Di çalakiya rûniştinê ya duh de çalakvanên ji Munster, Dortmûnd, Essen, Bîelefeld, Stûttgart; bajarên Bern, Basel, St.Gallen ên Swîsre, Zûrîh û bajarên herêmên Alsas-Loren ên Fransa û bajarê Nantesê tevlî bûn. Çalakvan ji nûnerên yekbû û meclîsên KCDK-E û TJK-E’yê pêk tên.