Li Bexdayê biryara girtina komîsyona referandûmê hate dayîn

Dadgeha Federal a Iraqê îro têkildarî referandûma di 25’ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê hatibû kirin, hin biryar da.

Dadgeha Federal a Iraqê ji bo betalkirina 10 parlementerên ku di referandûmê de deng dabûn biryara “bêrayetiyê” da û têkildarî serok û endamên Komîsyona Hilbijartin û Referandûmê ya Bilind a Başûrê Kurdistanê biryara girtinê da.

Hat diyarkirin ku biryara girtina serok û endamên komîsyona referandûmê li gorî zagona 329’an hatiye dayîn.

Di heman demê de çend saet berê Dadgeha Federal a Iraqê ji bo betalkirina 10 parlementerên ku di referandûmê de deng dabûn biryara “bêrayetiyê” dabû.