Çalakgeran bang li Ewropayê kirin: Bes cotstandartiyê bike
Çalakgeran diyar kirin, ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.
Çalakgeran diyar kirin, ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.
Çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewropayê (KE) ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja duyemîn de berdewam dike, her wiha ji komên baweriyên cihê û ji tevgera jinê jî gelek kes tevî çalakiyê bûne. Çalakgeran destnîşan kirin ku esareta Ocalan tenê bi esareta fizîkî nikare were dîtin, bang dikin di tecrîda di şexsê Ocalan de divê li dijî zext û komkujiyan were rawestandin û saziyên weke KE û CPT êdî divê li xwe bipirsin.
Di roja duyemîn a çalakiyê de, ku li ber KE’yê didome, hem armanca çalakiyê û hem jî li ser rengê têkoşîna li djî tecrîd û êşkenceyê fikrên xwe ji ANF’ê re vegotin.
Hecî Cûma: Yek ji endamê Desteya Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hecî Cûma diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 5 sal in li ber KE’yê çalakiya nobetê tê kirin. Hecî diyar kir li dijî şertên tecrîdê yê Rêberê Gelê Kurd bi salan e bi çalakiyan nerazîbûn têne nîşandan lê li gel vê jî hê bersiveke ku gel pê qanih bibe nehatiye dayin.
Cûma bal kişande ser rola Ocalan ku çawa gel û baweriyên cihê yên Kurdistanê nêzîkî hev dike û got ew gelek kêfxweş in ji ber hewldanên wî yên ku hewl dide gel baweriyên xwe bikaribin bi hev re bijîn. Hecî Cûma diyar kir beriya Ocalan têkiliyên Misilman, Êzîdî û Elewiyan kêm bûne lê niha bawerî nêzî hev in û di vê de keda Ocalan bi rengekî nikaribe were înkarkirin diyar e.
Endamê CÎK’ê Cûma rexne li welatên Ewropayê kir ku di mijara Kurdan û Ocalan de cot-standartiyê dikin û got ev jî di nav Kurdan de dibe sedema helwestê.
‘HELWESTA CPT A BÊ BERPIRSYARÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Cûma got, ‘Tenê CPT çû gel û jixwe di ya dawiyê de gotin bi Ocalan re hev nedîtine. Ev helwest û tevgerên li derveyî berpirsyariyê nayên qebûlkirin’ û di serî de CPT û KE bang li saziyan kir ku berpirsyariya xwe û peywira xwe ya di rêziknameya wan de diyar e bi cih bînin.
Hecî Cûma wiha dom kir:’’Ocalan îro Mandelayê Kurdan û gelên dî yê herêmê ye. Bêyî hebûna ramanên Ocalan wê ne hêsan be ku yekîtî û jiyana birûmet a di nav gelan de were avakirin. Heta ku ew azad nebe Kurd û gelên dî wê azad nebin. Ji bo vê jî bi taybetî CPT divê agahiyên rast bide me. Ji bo vê jî bi lezgînî ji bo ku derbarê şertên birêz Ocalan û tendirustiya wî agahiyê bistînin divê biçin Imraliyê.
‘MISILMAN Û BAWEWERIYÊ DÎ DIVÊ LI DIJ NADADMENDIYÊ RAWESTIN’
Cûma diyar kir ji hêla dînî ve kêşeyek ku mirov esaretê 20 salan bi rêberê civakekê bide jiyîn û got ew dixwazin ku Ocalan tim baş be û azadiya Ocalan dixwazin. Cûma got, ‘’Xwedê jî vê ji me dixwaze. Ango dixwaze gel azad bin û ji bo vê em têbikoşin. Ji bo vê jî divê Birêz Ocalan azad bibe.
Endamê CÎK’ê Cûma bang li gelê Kurd ê Misilman û ji dînên dî kir û xwest ku li dijî zext û zordariyê, nedadmendiyê her kes têbikoşe û ji dijî tecrîd û êşkenca li ser Rêberê Gelê Kurd raweste.
Zozan Rojhilatî: Yek ji endama Rêxistina Ewropayê ya Tevgera Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Zozan Rojhilat jî got ew bi çalakiya rûniştinê dixwazin li dijî wê rewşê re bibêjin ‘na’ ku bi hêsîrkirina fizîkî ya Ocalan dixwazin ramanekê heps bikin.
Rojhilatî diyar kir bi çalakiya rûniştinê ya ku Duşemê dest pê kirî ew dixwazin li dijî tecrîdê û êşkenceyê rawestin û got bal kişandina girîngiya desteka gelek saziyên Ewropa û siyasetmedarên Ewropî û hilbijartiyên xwecih.
‘NE BERJEWENDIYAN DIVÊ NIRXÊN MIROVAHIYÊ BIPARÊZIN’
Rojhilatî diyar kir ew jinê Rojhilatî ji mêj ve li dijî tecrîdê ne û got, ‘’Derbarê Rêbertiya me ne malbata wî û ne jî gel ne xwedî agahiekê ye. Li dijî vê, ji bo ku em dengê xwe bigihînin KE û saziya herî girîng CPT em li vir in. Em dixwazin dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî (NY) jî. Bilez divê tev bigegerin û em dibêjin divê ev cot-standardî bi dawî bibe. Divê ne berjewendiyên xwe lê nirxên mirovahiyê biparêzin.’’
DI ŞEXSÊ RÊBERTÎ DE VÎNA MIROVAHIYÊ TÊ TECRÎDKIRIN!
Rojhilatî diyar kir divê şertên tecrît û esaretê yên li ser Rêbertiya Gelê Kurd weke kirinên fizîkî neyên dîtin û wiha domand: ‘’A rast di şexsê Rêbertî de vîna mirovahiyê tê tecrîdkirin. Rêbertî tenê fizîkî na, bir amana xwe hemû mirovahiyê temsîl dike. Banga me ew e ku di demildest dawî li tecrîda li ser Rêbertî bînin û dîsa vegerin hevdîtinên ku berê pê re dihate kirin.’’
Rojhilatî got divê neyê jibîrkirin ku Ocalan ji bo ku gel û bawerî bikaribin bi hev re bi azadî û bi rûmetî bijîn têdikoşe.
Rojhilatî diyar kir li dijî şerê Rojhilata Navîn tenê Tevgera Azadiya Kurd ku xwe dispêrê îdeolojiya Ocalan li ber xwe dide û bang li Kurdistanê li Rojhilat û Ewropî kir ku li ber xwe bidin. Rojhilatî got divê hemû gel li dijî tecrîda 19 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd rabe ser piyan û got, ‘’Ev çalakî divê bidomin. Ev ne çalakiya pêşî ye û ne jî ya dawî ye. Heta ku daxwaza gelê Kurd pêk were ev têkoşîn wê bidome.’’
Pîr Velî Ûgûr, Endamê Desteya Pîran a FEDA’yê: Ev 19 sal in Birêz Ocalan ku gelê Kurd ji xwe re Rêber dibîne li zindanê ye.
Ûgûr bal kişande ser sedema ku Ocalan di zindanê de ye û got, ‘’Bi derengî jî be mê derxist ku ji bo ku dixwaze pêşîyê li dabeşbûna di navbera gelan, baweriyan, mezheban, eşîr û axayan a li Rojhilata Navîn bigire û ji bo ku dixwaze ew bi hev re bi aştî û biratî bijîn di zindanê de tê girtin.’’
Ûgûr got Rojhilata Navîn bi xwîna birayan kirine gola xwînê û derbarê tevlêbûna xwe ya li çalakiyê jî got: ‘’ Ji bo ku gel aramc û şad bibin, ji bo ku Rêberê gelê Kurd û Rêbertiya Rojhilata Navîn teorîstenê wekhevî û biratiya hemû gelan e û bawerî pê aniye ku çareserî jî di aştiyê de ye û ji bo ku rastiya Elewîtiyê jî ev, bi destûra pîrên me yên Rê me got, ‘’li kûdere mirovahî hebe em ê li wir bin.’’ Ev her wiha peywireke baweriya me ye. Heke em baweriya xwe bi cih neyînin em ê derewan li gel Heq bikin. Ev jî li gorî rêya me ‘ketîbûn’ e, ango sûc e.’’
KÎ SÛCDAR E? Ê KU MAFÊ GERDÛNÎ DOPARÊZE YAN DESTESER DIKE?
Ûgûr got bi tevlêbûna li çalakiya Strasboûrgê ew dixwaizn hin bersivan ji KE û CPT’yê bistînin û got: ‘’Kesê ku heqê jiyanê, ku heqekî gerdûnî ye dixwaze, ê ku heqê baweriyan, ziman û nasnameyê dixwaze sûcdar e an ên ku vê nadin? Ji KE û CPT’yê bendewariya me ew e ku bersivê bidin vê pirsê.’’
Ûgûr rexne li bêdengiya li ser qedexekirina zimanan û binpêkirina mafê jiyanê anî û got, ‘’Çima hemû mirovahî bêdeng e? Kîjan konsey, kîjan parlamento, dadgeh ji bo ku ji ez ziman, nasname, baweriya xwe dixwazim dikare civakeke 40 milyonî sûcdar bike û ‘terorîst’ ragihîne?’’
Ûgûr got divê ev helwest ji hêla mirovahiyê ve divê cihê şermê were dîtin û got, ‘’Ji CPT bendawariya me ew e ku berpirsyariya xwe bi cih bîne, bi cih neyîne jî li xwe bipirse.’’
BANGA LI ELEWIYAN KU LI CEM MEZLÛM Û MAFDARAN BIN
Pîr Velî Ûgûr bang li Elewiyan jî kir ku li dijî neheqiyê têbikoşin. Pîr Velî herî dawî wiha got: ‘’Werin em Kurdîtî, Tirkîtî, mezhebtiyê nekin. Em nava Elewîtiyê vala nekin. Mirovahî li kû be em li wir bin. Baweriya me ne yekîtî, pevretî, biratî, wekhevî û hezkirin e? Rêgeza me ne ew e ku em li gel mezûm û mafdaran bin? Elewîtî nebaşiyê qebûl nake. Kana nebaşiyê jî ne ev dewlet, nefs û milkê taybet e? Werin, bberiya ku em zêdetir asîmîle bibin, beriya ku em zêdetir gemarî bibin, em bi êqil, bi zanînê, bi wijdanê xwe pak bikin û di rêya heq û heqîqetê de werin cem hev. Li gel evînê bi wan kesan e ku rêya heqîqetê dişopînin.’’