Pirtûkxaneya Ocalan gihişt Salzbûrgê

Pîrtûkxaneya Ocalan piştî Fransayê, gihişt Elmanya û piştre gihişt Avûstûrya. Pirtûkxaneya Ocalan di tûra roja sêyemîn de li Salzbûrgê ye.

Otobusa ku di 9’ê Cotmehê de bi şîara ‘Pirtûkxaneya Ocalan- Ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî’ rawestgeha wê ya yekem Stûttgar bû. Otobûsa ku li vir bi çîçekan hatî pêşwazî kirin rawestgeha wê ya îro Salzbûrg bû. Otobusa ku wêneyên Ocalan û daxwazên azadiyê li ser bûn li Qada Park&Rîde bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo’ , ‘Silav Silav ji Îmralî re Hezar Silav’, ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Statû’ û bi tilîlyan hate pêşwazî kirin.

Piştî axaftina Hevseroka NCDK’ê a Salzbûrg Nadîle Kiran, Hozan Comert ku bi otobusê re ji Strasboûrgê ketî ser rê axivî. Comert diyar kir ku wê di tûra Ewropayê de 33 navendan ziyaret bikin û li her cihê ku rawestin wê nêrînên Abdullah Ocalan bibêjin û pirtûkên wî nîşan bidin.

Di çalakiyê de bê navber belavokên ku qala tecrîda li ser Ocalan dike û çîçek hatin belavkirin. Piştî govenda rêwiyên di otobusê de ji aliyê kesên ku li herêmê ve bi dirûşmeyan ji bo Lînzê hatin birêkirin.