Di roja 2. a çalakiya rûniştinê de gelek hevdîtin hatin kirin

Di roja duyemîn a çalakiya rûniştinê de, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tê lidarxistin, bi gelek rayedarên Konseya Ewropayê re hevdîtin hatin kirin.

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku ji aliyê nûnerên saziyên Kurdan ve hatiye destpêkirin, dewam dike.

BI GELEK ENDAMÊN MECLÎSA PARLAMENTERAN A KONSEYA EWROPAYÊ RE HEVDÎTIN HATIN KIRIN

Di roja duyemîn a çalakiyê de, heyetek bi navê çalakgeran, bi gelek parlamenterên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê re hevdîtin kir. Endamên heyetê bi parlamenterên ji Qibrisê, Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) û gelek endamên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê re rûniştin û dosyayên li ser girtiyên jin û yên din ên siyasî, pêşkêş kirin.

Di danûstandinan de bal hate kişandin ser komkujiyên bi destê rejîma AKP'ê li Kurdistan û Tirkiyeyê tên kirin û girtina mûxalîfan hate bibîrxistin.

Parlamenteran li heyeta çalakiya rûniştinê guhdarî kirin û anîn ziman, ku ew pirsgirêka Kurd û bûyerên diqewimin ji nêz ve dişopînin.

Endamên heyetê, her wiha bi nûnerên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ên li Konseya Ewropayê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de hat ragihandin, ku agahînegirtina ji Ocalan rê li ber tirs û fikaran vedike û ji CPT hate xwestin, ku ji bo dîtina şert û mercên Ocalan tê de ye, serdana Îmraliyê bike.

Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re ya Navneteweyî' duh li Konseya Ewropayê civîneke çapemeniyê li dar xistibû. Endama însiyatîfê Havîn Guneşer, ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez û rêveberê sendîkaya Ûnîted a Îngilîz Sîmon Dûbbîns tevlî civînê bûn. Di civîna çapemeniyê de li ser kampanya bi navê 'Dema xwe hatiye' ya ji bo azadiya Ocalan hate destpêkirin, agahî hate dayin.

HILBIJARTIYÊN ÎTALYAYÎ Û NÛNERÊN SENDÎKAYA ÎNGILÎZ SERDANA ÇALAKIYÊ KIRIN

Di roja duyemîn a çalakiyê de, Şaredarê Bajarê Martano yê Îtalyayê Fabîo Tarantîno ku welatîbûna rûmetê daye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Alîkarên Şaredarê Marîano Marîo Zagheo û Marko Termo, ji sendîkaya Ûnîted a Îngilîz Sîmon Dûbbîns serdana çalakgeran kirin.

Rêveberên herêmî yên Îtalyayê ragihandin, ku wan name ji hikumeta xwe re nivîsandine û xwestine, ku hikumeta Îtalya û Yekîtiya Ewropa navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin. Hilbijartiyan gotin, heta azadiya Ocalan wê têkoşîna gelê Kurd bidomînin.

Ji sendîkaya Ûnîted a Îngilîz Sîmon Dûbbîns jî destnîşan kir kir, ku têkoşîna gelê Kurd ji bo wan tecrûbeyeke gelekî girîng e û moral dide wan. Dûbbîns anî ziman, ku ew jî li hemberî dagirkerî û talankirina mafên mirova li ber xwe didin û berxwedana Kurdan silav kir.

Di bernameya duh de, saet di 14:00 de bi beşdariya Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç semînerek li ser rewşa siyasî hate dayin.

Çalakiya rûniştinê ya roja Duşemê dest pê kir, tê payin ku bi bernameyeke berfireh îro dewam bike. 

Çalakî wê heta roja Înê dewam bike.