Li Montperllîerê ‘Çalakiya Edaletê’

Li bajarê Fransa Montperllîerê, lêgerîna edaletê ya ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger ku her roja Çarşemê didome, vê hefteyê jî berdewam kir.

Di 9’ê Çîleya 2013’an de li Parîsê sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin, çalakiya lêgerîna edaletê ya ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger vê hefteyê jî berdewam kir.

Lêgerîna edaletê ya ku ji aliyê înîsîyatîfa Jinan a NCDK a Montpellîer ve hatî organîzekirin, di saet 09:00’an de li qada herî qerebalix a Montpellîer Comedie de dest pê kir û di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.