Parlamenterê berê yê HDP'yî hate binçavkirin
Parlamenterê berê yê HDP'yî yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hate binçavkirin.
Parlamenterê berê yê HDP'yî yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hate binçavkirin.
Parlamenterê berê yê HDP'yî Husamettîn Zenderlîoglû dema ku ji derveyî welat dihat li Balafirgeha Stenbolê ya Ataturkê hate binçavkirin.
Zenderlîoglû ji şevê dî ve li navenda polîsan a Balafirgeha Ataturkê tê sekinin. Tê payin ku piştî çend saetan wî bibin Edliyeya Bakirkoyê.
Tê gotin Zenderlîoglû ji ber dozeke ku li Dadgeha Cezayê ya Esliye ya Amedê hatiye binçavkirin.