HRW'ê rapora xwe ya li ser êşkenceya li Tirkiyeyê eşkere kir

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Hûman Rîghts Watch - HRW), rapora xwe ya bi navê "Li binê çavan: Li Tirkiyeyê êşkenceya bi destê polîsan tê kirin û revandina mirovan" ku ji 43 rûpelan pêk tê, eşkere kir.

Di raporê de bal hat kişandin ser bûyerên êşkenceyê yên li Şapatan û Westanê û hat ragihandin, ku di bin çavdêriya polîsan de êşkence li mirovan tê kirin û mirov tên revandin.

Di rapora HRW de, li ser 11 bûyerên cuda yên binpêkirina mafên mirovan ên di binê çavan de, delîl jî hatin nîşandan.

Dîrektorê Asya Navîn û Ewropayê ya Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Hûgh Wîllîamson destnîşan kir, delîl zêde bûne ku nîşan didin, êşkenceya bi çavdêriya polîsan ji nû ve li Tirkiyeyê vegeriya ye. Wîllîamson diyar kir, ku divê hikumet tavilê li van îdîayan bipirse û dawî li wan bîne.

150 HEZAR KES HATIN BINÇAVKIRIN

Di rapora HRW'ê de hat gotin, li gorî hejmarên fermî par 140 hezar kes bi îdîaya "terorîzm, endametiya rêxistina çekdarî ya jî tevlî hewldana darbeê ya Tîrmeha 2016'an bûne" hatine binçavkirin.

HRW'ê ragihand, kesên hatine binçavkirin li binê çavan êşkence li wan hatiye kirin û gelek parêzeran ji Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan re qala êşkenceya li muwekîlên wan hatiye kirin kirine, ya jî delîlên li ser êşkenceya fîzîkî pêşkêş kirine.

'LI TIRKIYEYÊ, ÇANDA BÊCEZAHIŞTINÊ BI DELÎLAN PIŞTRAST BÛYE'

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan da zanîn, wan tespît kirine ku parêzer dema bi erka xwe ya pîşeyî radibin, gelek astengî û rîsk derdikevin pêşiya wan û ji aliyê polîsan ve tên astengkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin, ku Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û tevî gelek saziyên din, beriya bi salan bi belgeyan îspat kiriye ku li Tirkiyeyê wezîfedarên dewletê yên sûcên giran dikin, nayên cezakirin. Hat ragihandin, ku di vî warî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li dijî Tirkiyeyê gelek biryar standiye.

HIN XALÊN DI RAPORÊ DE CIH DIGIRIN WIHA NE

*Raporê her wiha cih da gundiyên li Şapatanê êşkence li wan hate kirin û 3 gundiyên li Westanê di dema hevdana kuvarkan de hatin binçavkirin, êşkence li wan hate kirin û wêneyên wan di çapemeniyê de hatin weşandin. Çend ji bûyerên êşkenceyê yên di raporê de cih girtine ev in:

*Meha Hezîranê, karsazek tevî du pismamên xwe hatin binçavkirin. Polîsan di binê çavan de li wan dan û wêneyên wan ên canê wan werimî bû, di twîtter û medyayê de hatin weşandin.

*Mamosteyek û hîndekarekî ji wezîfeyê hatin dûrxistin, dan xuyakirin ku di binê çavan de polîsan di dema lêpirsînê de kîs xistine serê wan, li wan dane û gef li wan xwarine. Yek ji van kesan got, du caran elektrîk dane lingê wî.

*Li başûrê rojhilat, bi dehan gundî gelek caran li gundê xwe bûn hedefa şîdetê û piştre li navenda polîsan bi ço û xortumê li wan hate xistin.

*Polîsen di meha Nîsanê de îdîa kir ku di binê çavan de êşkence lê hatiye kirin û tevî ku hestiyekî sînga wî şikestî ye û ev yek bi rontgenê hate nîşandan, dozgerî der heqê mijarê de nekete nava tevgerê.

*Hesabgirekî di binê çavan de êşkenceyeke giran lê hate kirin, tevî kuk gelek caran ji dozger û dadger re rewş ragihand, tiştek li hemberî berpirsyaran nehate kirin.

Di rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan de li ser bûyerên revandin û windakirinê yên li Enqere û Îzmîrê ev agahî hatin dayin:

*Du zilam ji aliyê hin kesên ku tê gotin endamên hêzên ewlekariyê ne hatine revandin û êşkence li wan hatiye kirin. Ev kesên navborî piştî çend mehan hatin berdan.

*Hesabgirê nexweşxaneyê Mûrat Okûmûş, meha Hezîranê li Îzmîrê hate ravandin. Kamerayên ewlekariyê, dema revandinê nîşan didin û gelek şahidên bûyerê hene. Hê winda ye.