Serî li ber gefxwarin, şantaj û heqaretan nayê tewandin

Bi wî kesê ku ev qas heqaret kirî û ev qasî gefxwarî re weke ku tiştek neqewimî be, nabe ku mirov peywendiyan bi pêş bixe. Li dijî vê zêhniyet, gotar û helwest tişta ku divê bê kirin, guhertina siyaseta beriya niha ye.

Piştî referandûma Başûrê Kurdistanê‚ Tayyip Erdogan dest bi gefan kir, ez ê wisa deriyan bigirim, ez ê wisa we birçî bihêlim. Lê belê ji ber ku li Başûrê Kurdistanê gelek pereyan bi dest dixe, newêriya deriyê sînor ê Xabûrê bigire. Ji xwe, wezîrê aboriyê got, "zirar wê li me bibe". Lewma, wan hesab kir, eger deriyê Xabûrê bê girtin, aboriya wan wê hilweşe. Bi vî rengî me careke din ew şêwazê Erdogan ê siyastê dît, ku gotinên mezin dike, lê ti tiştî jî nake. Tayyip Erdogan van axaftinên xwe yên bi vî rengî dike da ku alîkariya derdorên şovenîst û neteweperest ên Tirk wergire. Tetbîqatên eskerî yên li ser sînor jî bi vê armancê dan kirin. Dibe ku nikarîbû bibe xwediyê wê heza bicihanîna van gefxwarinên xwe, lê belê bi awayekî eşkere dijminahiya xwe ya li dijî Kurdan nîşan daye. Wî her peyv û helwesta ku civaka Tirkiyeyê bike dijminê Kurdan, got û kir. Hem zêhniyeta li Tirkiyeyê li naverastê nîşan dan, hem jî nîşan dane ku heger keysê lê bînin ew ê destketiyên Başûrê Kurdistanê jî ji holê rakin.

Bi serê xwe gotinên Tayyip Erdogan ên elaqedarî Kerkûkê, dijminahiya Kurdan e. Di şexsê Tayyip Erdogan û AKP´ê de piştrast bûye ku Tirkiyeye pêşengê dijminatiya Kurd ê qirrker e. Tim û daîm dibêje, filan dever ne yên Kurdan in, ew dever Ereb in, Tirkmen in, ya rastî ev yek xwedanader a zêhniyeta qirrkirina Kurdan e. Li hemberî vê rewşê ne tenê gel û hêzên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, divê gelê me û hêzên siyasî yên li parçeyên din ên Kurdistanê jî li dijî Tayyip Erdogan û desthilatdariya AKP´ê bibin xwedî helwest. Ti rewş bi qasî wê xeter û bi tehlûke nabe ku zêhniyet û têgihiştineke siyasî dixwaze desthilatdariya xwe bi dijminatiya li dijî Kurdan li ser piyan bigire. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku Kurd li dijî zêhniyet û partiyeke bi vî rengî bibin xwedî helwêsteke hevpar.

Di vê rewşê de ku desthilatdariya AKP´ê rûyê xwe yê rastî di vê astê de nîşan dide, hîna jî hin rayedarên li Başûrê Kurdistanê radibin û dibêjin, em dixwazin bi desthilatdariya AKP´ê re têkilî û peywendiyên baş dewam bikin, ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Heta ku li dijî van gotar û siyasetên desthilatdariya AKP´ê helwest neyê nîşandan, li Başûrê Kurdistanê ti hêza siyasî nikare bibe îrade. Bi wî kesê ku ev qas heqaret kirî û ev qasî gefxwarî re weke ku tiştek neqewimî be, nabe ku mirov peywendiyan bi pêş bixe. Li dijî vê zêhniyet, gotar û helwest tişta ku divê bê kirin, guhertina siyaseta beriya niha ye, ew e ku mirov berê xwe bide siyaseteke nû. Ya rastî, siyaseta heta niha, ya herî şaş bû. Ew a ku ev pêşvajo guhertina siyasetê ferz dike, divê weke firsendekê bête nirxandin. Belkî bi vî awayî KDP ji şaşiya dîrokî ya ketiye navê jî xwe xilas bike. Heger xwe ji peywendîdanîna şaş a bi desthilatdariya AKP´ê û ji şaşiya mezin xilas ne, rewş wê veguhere rewşên ku wê dîrok wan mehkûm bike. 

Hem ew ê behsa serxwebûnê bikin, hem jî tevî evqas heqaret, piçûkxistin û gefxwarinan wê peywendî û têkiliyê berê dewam bikin! Ti kes wê kesê ku wisa bike cidî negire. Êdî bi gotineke amiyane wê weke serê sebaban bê dîtin, her kes wê derba xwe lêxe! Dewamkirina peywendiyên berê, weke ku ti tişt neqewimî be, wê bibe bêrûmetbûn. Hebûna hin berjewendiyên aborî, divê ti kesî neêxe bêrûmetiyeke bi vî rengî. Bi ser halan de, di peywendiyên berê de berjewendiyên aborî jî yên siyasî jî nebûn. Di warê aborî de weke çêlekekê hatin dotin hebû, di warê siyasî de jî bi awayekî pirr xirab hatina bikaranîn hebû. Piştî evqas dijminahiya Kurdan û gefxwarinan, dewamkirina peywendiyan mîna berê, rewşeke ku divê mirov qet lê jî nefikire. Heger Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re peywendiyên xwe mîna berê dewam bike, ev ê KUrdan hemûyan biêşîne. Yên vê peywendiyê dewam bikin, wê xwe biqedînin, tine bikin.

Başûrê Kurdistanê bi wî rengê ku Tirkiye dibêje wê bi zehmetiyên aborî re rûbirû nemîne. Alternatîfa malê ji Tirkiyeyê tê dikare bê dîtin. Ji vê awirê dema mirov li mijarê binihêre, li şûna ku gefxwarinên Tirkiyeyê cidê bigire, karê herî bi xêr û helwêsta herî bi rûmet wê bibe boykotkirina tevahiya malên ji Tirkiyeyê tên. Bersiva herî baş a li hemberî evçend gefxwarin û heqaretan, nekirîna malên ji Tirkiyeyê diçin Başûrê Kurdistanê ye. Jixwe, fêrkirina xelkê a bi malên ji Tirkiyeyê diçin, şaşîtiyek bû. Li şûna ku Başûrê Kurdistanê wê pereyan xerc bike li malên berxwiriyê yên ji Tirkiyeyê diçin, bê kêmtir berxwarinê, tesaruf wê bê kirin û li gelek war û mijarên din veberhênan dikarîn bihatana kirin. Li ser vî esasî, li hemberî gefxwarina Tirkiyeyê siyasetên aboriyê jî divê bêtin guherandin, divê veberhênan bêhtir li pêş bête girtin. Welatên din di gelek waran de veberhînanan dikin, ma çima Başûrê Kurdistan neke? Nexasim jî di warê hilberîna xwe disipêre petrolê, her tişt li Başûrê Kurdistanê dikare bête kirin. Pîşesaziya tekstîlê dikare bête bipêşxistin. Madeya wê ya xav ji Başûrê Kurdistanê ye li meydanên Bakurê Kurdistanê, Rojava ve Rojhilatê Kurdistanê gelek hilberandin mumkin e. Başûrê Kurdistanê xwediyê wan derfetan e ku her awayê gefxwarinên ambargoyê pûç bike. Ya ji vê re pêwîst bi tenê ew e ku bibe xwediyê siyaseteke rast. Heger li ser esasê demokratîkkirina Başûr û Iraqê siyasetê bi rê ve bibe, Başûrê Kurdistanê wê di demeke kurt de wê pirsgirêkên xwe yên aborî û siyasî çareser bike. Heger PDK ne tenê li gorî berjewendiyên partiyê, yan jî rewşa parçeyekî tenê rahêje jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd, hingê mumkin e ku berê xwe bide siyasetên rast. Heger gelê Kurd jiyana xwe ya azad û demokratîk, berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û civakî ne di diyarkirina sînorên dewletê de, lê belê di demokratîkbûyîna xwe disipêre civaka birêxistinkirî û helwêsta azad û serbixwe ya xwe disipêre vê demokratîkbûyînê de bibîne, hem hemû pirsgirêk wê bêtin çareserkirin û hem jî Kurd hem li Iraqê û hem jî li tevahiya Rojhilata Navîn wê bibin gelê ku geş û xurt dibe.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA