Kurkçu: AKP Rewşa Awarte ji xwe re dike hincet

Ertûgrûl Kurkçu yê ku di Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewrûpayê de nûnertiya HDP’ê dike bal kişand ser vî tiştî ku AKP Rewşa Awarte ji xwe re dike hincet.

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu yê ku di Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewrûpayê de nûnertiya HDP’ê dike di Rûniştina Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewrûpayê de li ser navê Çepgiriya Ewrûpayê ya Yekgirtî axivî.

‘DEWLETA HIQÛQÊ HILWEŞIYA’

Kurkçu di vê rûniştinê de li ser rapora hilweşandina dewleta hiqûqê ya li Tirkiyeyê axivî û got, “Rapor xwe li dûrî binpêkirina hiqûqê dide bicihkirin. Rapor ji bo ku rexneyan pûç bike serî li Tirkofobî û Îslamofobiyê dide, lê rexne bi vî awayî nayên bersivandin. Ji ber ku hevserokên me Demîrtaş û Yuksekdag di girtîgehê de ne, rexneyên me yên hilweşandina dewleta hiqûqê ya Tirkiyeyê jî piştrast dike.”

‘PÊNGAVA DÎKTATORIYÊ’

Divê Rewşa Awarte were rakirin. Divê hikumet Rewşa Awarte ji xwe re neke hinceta dîktatoriyê. Divê referandûma di 16’ê Nîsana 2017’an de were betalkirin. Divê saziya darazê ji bin kontrola serokkomar derkeve.”

PARLAMENTERÊN GIRTÎ

Kurkçu têkildarî parlamenterên girtî jî got ku, “9 parlementerên HDP’ê û hevserokê wê û parlementerekî CHP’ê divê serbest were berdan. Dozên têkildarî 150 kesan hatiye vekirin jî divê were betalkirin. Cihê parlamenteran parlamento ye.”