Bexda bi hinceta ‘Walî nîn e’ budçeyê ji ser Kerkûkê dibire!

Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi hinceta ku meqamê walî yê Kerkûkê ‘vala’ ye, ku beriya niha Bexdayê ji kar wergirtibû, wê qutkirina bûdçeyê ya li ser Kerkûkê gotûbêj bike.

Parlamenta Iraqê ku piştî referandûma 25’ê Îlonê li ser Başûrê Kurdistanê biryar standibûn, niha jî qutkirina bûdçeya li ser Kerkûkê anî rojevê.

Derbarê babetê Parlamenterê Koma Bedîr a Parlamentoya Iraqê Rezaq Heyderî got, ‘’nebûna walî ya li bajêr tê maneya ku bûdçe û mûçeyên bajêr neyên dayin. Ji ber ku hemû bi imzeya walî têne dayin.’’

Endamê Komîsyona Darayî Heysem Cuburî jî got, ‘’Her bajarê ku ziyanê dide bûdçeya welêt an jî bajarê ku dahata xwe ji hikûmeta navendî re neşîne, heqê hikûmetê heye ku bûdçeyê ji ser wan bibire.’’

Parlamenterê Kurd Osman Tahîr jî got, ‘’Heke bûdçeya Kerkûkê neyê şandin, petrola ku ji bo Şîrketa Petrolê ya Millî ya Iraqê (SOMO) tê şandin wê ji bo şîrketên din were şandin. Her wiha Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ji bo Kerkûkê bûdçeeke girîng veqetandiye.’’

Parlamenta Iraqê, Îlonê ragihandibû ku Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm ji peywirê girtiye. Lê Meclîsa Bajêr a Kerkûkê û Walî gotibû ti rayeyeke wiha ya Bexdayê nîn e û ew ê vê biryarê nas nekin.