ROJANE
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna Enternasyonal a Sosyalîst de got, “Ev bang ji bo xurtkirina têkoşînê ye ku bi perspektîfa sosyalîst û enternasyonalîst hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê tê meşandine.”
Dayikên Şemiyê xwestin ku kujerên Mehmet Orhan û Hasan Orhan ku birayê hev in û biraziyê wan Cezayîr Orhan, bên darizandin ku 31 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve di bin çavan de hatin qetilkirin.
Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12’emîn a PKK’ê Şiyar Amed got, kongre ji bo banga aştiyê ya Rêber Apo bersiva herî bi wate ye û pêvajoyeke veguhertinê ya dîrokî destpê dike.
DEM Partî danezana civîna xwe ya ku di 22’ê Gulanê de ji bo nirxandina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist, eşkere kir. Di danezanê de wiha hate gotin, “Serketina pêvajoyê, bi têkoşîna çalak û rêxistinkirî ya ku gel tê de ne pêkan e.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê partiyên siyasî hemû tevkariyê li pêvajoyê bikin û Meclîs jî bi berpirsyariyê rabe.
Hemû Nûçe
-
Cenazeyan nadin malbatan!
Dijminatiya dewleta Tirk a li cenazeyan dewam dike. 282 cenazeyên şervanên YPS, YPS-Jin û gerîlayên HPG'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan, radestî malbatan nehatin kirin û li goristanên bêkesan hatin veşartin.
-
KCDK-E ji bo Efrînê bang kir
KCDK-E nerazîbûn nîşanî gefên Erdogan ên li dijî Efrînê da û got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi plana dagirkirina Efrînê re bi awayekî vekirî şerekî topyekûn, komkujî, tinekirin û qirkirinê li ser gelê Kurd ferz dikin."
-
Şîrîn Ebadî: Gelê Îranê daxwaza referandûmê dike
Ebadî li ser raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û got, gelê ku ji ber sedemên aboriyê dest bi çalakiyan kir û bi daxwazên siyasî çalakiyên xwe dewam kir, niha ji bo rêveberiyeke demokratîk referandûmê dixwaze.
-
-
-
Li 4 navendan kongreyên NCDK’ê hatin lidarxistin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Wînterthûr, Frîebûrga Swîsreyê, li banliyoya Vîlleneûve Saînt Gorges a paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Emmerîch ê Elmanyayê kongreyên xwe li dar xist.
-
Rojeva Rojê
14'ê Çile 2018 Bûyerên ku îro derketine li pêş....
-
-
-
-
-
-
CÎK’ê li ser xirakirina şehîdgehan daxuyanî da
CÎK’ê êrîşa bi ser şehîdgehên Garzanê û Gimgimê de şermezar kir û got, "Li dijî wan ên ku çavên wan li gorên Kurdan jî bar nabe û hestiyên wan jî ji goran derdixin, goristanên wan xira dikin ti gotineke we nîn e?"
-
-
-
-
Girtiya ku li hucreya yek kesî tê girtin bang kir
Dîcle Bozan ku li Dersimê di şer de bi birîna giran hate girtin û lingekî wê jê bû got, "Tenê kêlek avêtine birîna min. Roviyên min li derve ne, bi vî rengî dijîm. Eger emeliyat nebim dibe ku xisareke mezin li bedena min bibe."
-
-
-
-
-
Rejîma Îranê du çalakgerên din bi êşkenceyê kuşt
Hat ragihandin, rejîma Îranê ciwanên bi navê Saro Qehremanî li Zindana Sinê û Alî Pûladî jî li Zindana Çalûsê bi sedema ku tevlî çalakiyên li welêt bûne bi êşkenceyê kuştiye. Bi vî awayî hejmara mirovên li zindanê bi êşkenceyê hatin kuştin bû 6 kes.
-
-
Têkoşîna gelên Îranê û du şoreşgerên mezin
Golesorxî ji aliyê gelek ciwanên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê ve weke Denîz Gezmîş ê Îranê tê binavkirin. Mîna wî li dadgehê bi xwînsarî tevgeriya û nehişt bê dadgehkirin. Lê wî bi xwe darizandin kir.
-