Li 4 navendan kongreyên NCDK’ê hatin lidarxistin

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Wînterthûr, Frîebûrga Swîsreyê, li banliyoya Vîlleneûve Saînt Gorges a  paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Emmerîch ê Elmanyayê kongreyên xwe li dar xist.

WÎNTERTHÛR

Li bajarê Wînterthûr a Siwîsreyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd 5’emîn kongreya xwe li dar xist.

Kongre bi dirûşmeya “Faşîzm wê têk biçe, gel wê qezenç bike’  hate lidarxisitn. Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz, rêveberên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Crîsta Meîer, Danî Altenbach û Elîk Kayla nêzî 100 delege beşdar bûn.

Kongre li salona Freîplazt bi rêzgirtinê dest pê kir.

Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz di kongreyê de axivî û qala  binketina  rejîmên yekdestî, hegemonîk ên li Rojhilata Navîn kir.

Sariyildiz bal kişand li ser gefên Serokwezîrê Tirk Erdogan ên li ser Efrînê û wiha got; “Erdogan her ku di polîtîkaya navxweyî de winda dike êrîşên bi ser Rojava dixe rojevê û bi vî awayî dixwaze ser pirsgirêkên li welat bigre.”

Rêveberên Partiya Sosyalîst Chîrsta Meîer, Elîf Kayla û Danî Altenbach silav dan bingehê avakirina kongreyê û gotin ku ew li gel têkoşîna gelê Kurd cih digirin.

Pişî axaftinan rapora malî û xebatan a salekê hate xwendin. Piştî nirxandinên raporan, rapor bi yekîtiya dengan hate hate qebûlkirin.

Îbrahîm Guner û Gulseren Akkûş ji bo hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Wînterthûr û meclîsa nû ya ji 32 kesan pêk tê, hatin hilbijartin.

FRÎBOÛRG

Li bajarê Frîboûrg a Swîsreyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) 5’emîn kongreya xwe li dar xist.

Kongre li lokala NCDK’ê ya Frîboûrgê bi beşdarbûna 100 deleqe, mêvanan bi deqîqeyekê rêzgirtin û axaftina vekirinê dest pê kir.

Di kongreyê de bûyerên siyasî hatin nirxandin û rapora malî, rêxistin û xebatê ya salekê hate xwendin û nirxandin.

Di kongreyê de komîsyonên rêxistinê, têkiliyên gel, têkiliyên derve, komele, aşitî-lihevkirin, malbatên şehîdan, ciwan, rojava û maf-edalet hate avakirin.

Îsmaîl Varlî û Zelîha Kabûlan ji bo hevberdevkên nû  hatin hilbijartin. Di kongreyê de Meclîsa NCDK a Frîboûrg a ji 29 kesan pêk tê hate avakirin. Kongre bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

VÎLLENEûVE SAÎNT GEORGE

Li banliya Vîlleneûve Saînt Gorge a paytexta Fransa Parîsê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd 5’emîn kongreya xwe li dar xist.

Kongre bi beşdarbûna 155 deleqeyan bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di kongreyê de siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan axivî û wiha got; “Li Ewropa di nava modernîteya kapîtalîst de parastina civaka xwe bi felsefeya Rêber Apo û avakirina jiyanekî nû de rolê navendaên civaka demokratîk ên Kurd gelek e.

Di erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn de ku îro gel bi awayekî demokratîk bi hev re dijîn, di çarçoveya pradîgmaya Rêber Apo de bi modernîteya demokratîk re û sîstema ku li Rojava hatî avakirin mînaka vê ya herî bingehîn e. Li Rojhilata Navîn Kurd di bin rêbertiya Rêber Apo de êdî bûne hêzek.”

Piştî xwendin û nirxandina rapora xebatan, meclîsa ji 37 kesan pêk tê hate avakirin.

Di kongreyê de Sureyya Varto û Ayhan Apak ji bo hevserokatiya dema nû hate hilbijartin û kongre bi dawî bû.

EMMERÎCH

Lİ bajarê Emmerîch ê Elmanyayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd 4’emîn Kongreya xwe li dar xist. Kongreya ku li salona NCDK’ê pêkhat nêzî 200 deleqe beşdar bûn.

Piştî deqîqeyeke rêzgirtin û hilbijartina dîwanê siyasetmedarê Kurd Osman Ergîn û Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivîn.

Kongreya NCDK Emmerîch de Hano Kozîk û Nîhat Polat ji bo hevserokatiya meclîsa gel hatin hilbijartin a  ji 55 kesan pêk tê.

Kongre bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.