Bîlgen: Çavnebariya li ser Efrînê ehmeqî ye

Bîlgen li konferansa Çûkûrovayê ya HDP'ê axivî û destnîşan kir çavnebariya li ser Efrînê ehmeqiya wan kesan e ku vî welatî bi rê ve dibin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo amadekariya 3. Kongreya Asayî ku wê 11'ê Sibatê li Arena ya Enqereyê pêk were, îro Konferansa Herêma Çûkûrovayê pêk hat. Konferans li Şîrîn Park Otelê hate lidarxistin û tevî rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên Çûkûrovayê Alîkarê Hevserokên HDP'ê Nadîr Yildirim, Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen û Parlamentera Edeneyê ya HDP'yî Meral Daniş Beştaş jî tevlî bûn.

Piştî axaftina destpêkê ya Alîkarê Hevserokên HDP'ê Yildirim, Berdevkê hDP'ê Ayhan Bîlgen, pêvajoya siyasî nirxand.

Bîlgen nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî goristanan da ku her roj êrîş li goristanekê tê kirin û got, "Êrîşa li Bedlîsê li Goristana Garzanê, li Gimgimê li goristanê hate kirin, ne tenê tolhildana ji hestiyan, ji cenazeyên li binê erdê ye. Ev çavnebariya li gor û goristanan, êrîşek li dijî nirx, rûmet û hêviya mirovên sax in, mirovên têkoşer û berxwedêr in. Lewma, di navbera êrîşa dijî gorisatnan û xewn û xeyala êrîşa li dijî Efrînê ti cudahî nîne."

Ayhan Bîlgen da xuyakirin ku çavnebariya li ser Efrînê ehmeqiya rêveberên vî welatî ye û got, "Tevî ku ji derveyî sînorên we gef û êrîşeke yekser li dijî we nehatiye kirin jî, mîna ku rojeveke din a gefê li civakê dixwe nîne, hewl didin berê xwe bidin wê derê û civakê bi vî rengî motîve bike. Ev yek, ehmeqiya herî mezin e."

Konferans piştî vê axaftinê li çapemeniyê girtî dewam kir.