Girtiyên li Gebzeyê ji bo Ocalan dest bi çalakiyan kirin

Girtiyên i Girtîgeha Gebzeyê, ji bo agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin dest bi çalakiyan kirin.

Nivîskarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Huseyîn Aykol di gotara xwe de cih da nameyeke li ser zextên li girtiyên li Girtîgeha Gebzeyê tên kirin û çalakiyên girtiyan.

Aykol di nivîsa xwe de ev agahî ragihand:

"Agahiyên ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê: Girtiyên jin ên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê, heta ku agahiyê ji Ocalan bigirin dest bi çalakiyan kirine. Ji 5'ê Kanûna 2017'an û pê ve bi komên ji pênc kesan dest bi greva birçîbûnê ya bi pênc rojan dorveger kirin. Nivîs ji CPT, Dozgeriya Bûrsayê, Wezareta Edaletê û Konseya Ewropayre nivîsandin û wê timî binivîsînin. Wekî din, berxwedana li Tarsûs-Erzîromê dewam dike, silav dikin.

Ji bo têkoşîna Zehra Eplî neyê jibîrkirin, ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê roja 7'ê Mijdara 2016'an tecrîda li ser Ocalan şermezar kir, karê nivîsandina pirtûkê hatiye destpêkirin. Kesên ku wê nas dikin dikarin agahî û bîranînên xwe yên pê re bişînin vê adresê: Hediye Yayık / Kadın Kapalı Cezaevi / Gebze – KOCAELİ

Elîf Akkûrt û Fadik Adiyaman ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê ne, roja 25'ê Kanûna 2017'an bi lez û bez ber bi Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ve hatin sirgûnkirin."