'Platforma Stûttgartê ya Êdî Bes e' ava bû

Bi banga 'Platforma Êdî Bes e ya Ewropayê' li Stûttgartê civînek hate lidarxistin û 'Platforma Stûttgartê ya Êdî Bes e' ava bû.

Pêkhateyên 'Platforma Stûttgartê ya Êdî Bes e' ragihandin ku deriyê platformê ji tevlîbûnên nû vekirî ye.

Di daxuyaniya platformê de hat gotin, "Li dijî her şêwe cihêkariyê, em bang li hemû hêzên demokrasî û azadiyê yên alîgirê mafên koçber û xwecihan e, bang li parêzvanên mafên mirovan, azadiay ramanê, azadiya ol û wijdanê dikin ku em mafên xwe yên bingehîn biparêzin."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, dîktatoriya Erdogan a faşîst bi rêya Rewşa Awarte û biryarnameyan, welat veguherandiye girtîgeheke nîv vekirî û hat destnîşankirin ku bi biryarnameya dawî re destûra fermî ji celadên 'bi kincê sivîl' re hatiye dayin ku komkujiyan bikin. Platformê destnîşan kir, ev yek gava destpêkê ye ji bo şerê navxweyî.

Her wiha hat bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 19 sal in di nava tecrîdeke giran de ye û hat xwestin, Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Platformê ragihand ku têkoşîna wan a bi vê armancê wê di nava her şert û mercî de bidome.

Platforma Stûttgartê ya Êdî Bes e bal kişand ser zext, zordarî û êrîşên dewleta Elman ên li dijî saziyên Kurdan, şoreşger, koçber û saziyên antî faşîst ên Elman tê kirin û da zanîn ku ew van zextan ti carî qebûl nakin.

Platformê diyar kir ku dewleta Elman di çarçoveya têkiliyên qirêj ên aborî, leşkerî û siyasî yên bi dewleta Tirk re qedexe û zextê ferz dike û destnîşan kir ku divê ew li Elmanyayê têkoşîna demokrasiyê bidin.