Cenazeyan nadin malbatan!

Dijminatiya dewleta Tirk a li cenazeyan dewam dike. 282 cenazeyên şervanên YPS, YPS-Jin û gerîlayên HPG'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan, radestî malbatan nehatin kirin û li goristanên bêkesan hatin veşartin.

282 cenazeyên şervanên YPS, YPS-Jin û gerîlayên HPG'ê yên li Bakurê Kurdistanê di şer de şehîd bûn, li goristanên bêkesan ên li 12 bajaran ahtin veşartin.

Hat ragihandin, bêyî ku li benda encama testa DNA'yê bisekinin, cenaze bi lez û bez li goristanên bêkesan hatine veşartin. 28 cenazeyên ku encama testa DNA'yê eşkere bûne jî, hê radestî malbatan nehatine kirin.

Cihên ku cenaze li goristanên bêkesan hatine veşartin:

Amed: 18, Mêrdîn: 12, Dîlok: 20, Xabûr: 47, Cizîr: 16, Şirnex: 13, Erzîrom: 51, Meletî: 27, Xarpêt: 1, Wan:7, Bedlîs: 14, Sêwas: 3, Nisêbîn: 25, Riha: 28.