ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Çileya 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.

- Rewş û bûyerên li ser sînorê Efrînê diqewimin û êrîşên artêşa Tirk wê werin şopandin.

- Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî bersiv da pirsên me yên li ser raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û got, gelê ku ji ber sedemên aboriyê dest bi çalakiyan kir û bi daxwazên siyasî çalakiyên xwe dewam kir, niha jî ji bo rêveberiyeke demokratîk referandûmê dixwaze.

- Gerîla Brûsk: Bi jiyana watedar a PKK'ê mirov dikarîbû li ber jiyana pûç a li ser me dihate ferzkirin rabe. Ji ber vê yekê, her roj ji xwe re dibêjim, çi baş bû ku min dest bi vê rêwîtiyê kir.

- Ji Konseya Leşkerî ya HPG'ê Têkoşer Şemzînan, hewldana artêşa Tirk a ji bo dagirkirina Xakurkê nirxand û got, ji ber çalakiyên xurt ên gerîla, artêşa Tirk neçar ma xwe vekişîne.