PYD li Ewrûpayê dest bi serdemeke nû dike

Kongreya PYD-Ewrûpayê ya 9’emîn bi dawî bû. Di kongreyê de ji bo serdema nû rêveberiyek hate hilbijartin a ku ji 36 kesan pêk tê.

Kongreya PYD-Ewrûpayê ya 9’emîn a ku duh li Hollandayê dest pê kiribû, piştî nîqaşên kûr bi dawî bû. Di roja pêşîn de ji Rojhilata Navîn û Ewrûpayê gelek partiyên siyasî, sazî, dezgeh û siyasetmedar beşdar bûn. Di roja duyemîn a kongreyê de jî bêtir nîqaşên navxweyî hatin kirin û xebata 2 salên dawîn a PYD’ê hate nirxandin. Piştî nirxandinan hin biryar hatin stendin.

‘ROJAVAYIYÊN KU TÊN EWRÛPAYÊ DIVÊ WERIN BIRÊXISTINKIRIN’

Di nîqaşan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş û rexne hatin kirin li Ewrûpayê têra xwe nerazîbûn li dijî tecrîdê nehatiye nîşandan. Hat destnîşankirin ku bi taybetî li Elmanyayê li dijî qedexekirina alayên PYD, YPG û YPJ’ê û wêneyên Ocalan divê têkoşîneke hiqûqî were destpêkirin.

Di kongreyê de bi taybetî rewşa Rojavayiyên ku tên Ewrûpayê derket pêş. Hat diyarkirin ku divê Rojavayiyên ku tên Ewrûpayê werin birêxistinkirin û kêmasiyên heta niha derketine holê, divê werin çareserkirin.

JI BO PYD-EWRÛPAYÊ RÊVEBERIYA KU JI 36 KESAN PÊK TÊ

Di kongreyê de piştî nîqaş û plansaziyan hilbijartin hate kirin. Delegeyan 11 jê jin, 4 jê ciwan bi giştî 36 kes ji bo rêveberiya nû hilbijart. Di kongreyê de hin biryar jî hatin stendin.

Hin biryarên di kongreyê de ev in:

*Ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan li Ewrûpayê divê têkilî bi partiyên Kurdan re were danîn.

*Li Sûriyeyê wê li dijî hemû hêzên biyanî were derketin ên ku mudaxeleyê dikin û di qada dîplomasiyê de wê xebata vî tiştî were kirin.

*Wê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Cerablûs û Ezazê were derketin û li hemberî vê dagirkeriyê wê têkoşîn were kirin.

*Ji bo penaberên ji Sûriyeyê hatine Ewrûpayê wê ji bo vegerandina wan ligel saziyên Ewrûpayê xebat werin kirin.

*Ji bo qebûlkirina Federasyona Bakurê Sûriyeyê wê di qada navneteweyî de xebat zêdetir werin kirin.

*Ji bo alîkariya mirovî ya ji bo Rojava û Bakurê Sûriyeyê ew ê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û saziyên navneteweyî tê de, wê xebat werin zêdekirin.

*PYD ji bo li Amerîkaya Latîn û Başûrê Efrîqayê xwe birêxistin bike ew ê xebat werin destpêkirin û ew ê vî tiştî ji xwe re bike armanc.

*Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di qada navneteweyî de xebatên dîplomasiyê werin zêdekirin.

*Rêxistinên PYD’ê ew ê li Ewrûpayê di bin banê KCDK-E’yê de were kirin û ew ê xebatan di vê çarçoveyê de bike.

*Ji bo çalakkina bloka Enternasyonalîst wê xebat werin kirin.

*Ji bo di Sosyalîst Enternasyonalîstê de rola PYD’ê were çalakkirin, wê hewldan werin kirin.